Şenyaşar: Bila Bekîr Bozdag zilma li ber edliyê bi dawî bike 2022-01-31 14:45:53   RIHA - Malbata Şenyaşar bang li Bekîr Bozdag ê nû anîn ser wezîfeya Wezareta Dadê kir û got: “Bila vê zilma bi destê hiqûqê li ber Edliyeya Rihayê pêk tê bi dawî bike.”    Malbata Şenyaşar a sê ferdên mala xwe di êrişa AKP’iyan de winda kir, Nobeda Edaletê di roja 329’emîn de berdewam kir. Malbat tevî hewa sar jî nobeda xwe li ber edliyeyê didomîne. Emîne û Ferît Şanyaşar vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hatin ber edliyê û dest bi çalakiya xwe kirin.    WEZÎREK, 3 SERDOZGER Û 9 DOZGER GUHERÎN   Ferît Şenyaşar diyar kir ku nobeda wan a li ber edliyê gihîşt nêzî salekê û behsa qetlîama li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hat kir. Şenyaşar da zanîn ku derbarê qetlîamê de dozek û girtinek pêk nehatiye û biryara veşarî ya li ser dozê didome. Şenyaşar bi bîr xist ku 9 dozger û 3 serdozgerên dosyeya qetlîamê hatine guhertin û got: “Dozger û Wezîrên Dadê diguherin, lê qetlîama li ber nexweşxaneyê nayê ronîkirin. Dema têkildarî dozê pirs ji Wezîrê Dadê yê berê pirs dihatin kirin, Wezîrê Dadê Gul diyar dikir ku xemgîn e. Digot ku mifetîşan wezîfedar kiriye. Mifetîş hatin. Me li Edliyeya Rihayê bi mifetîşan re hevdîtin kir. Gotin, ‘L holê sûcek heye û tişta pêwîst wê were kirin’. Lê belê heta îro tu tu tiştek qanûnî nehat kirin.”    'BILA ZILMÊ BI DAWÎ BIKE PAŞÊ BIAXIVE’    Şenyaşar anî ziman ku Bekîr Bozdag carek din li ser kursiyê Wezareta Dadê rûniştiye û wiha got: “Heke li Tirkiyê behsa edaletê, hiqûqê dike, bila ewilî zilma bi destê hiqûqê li pêş Edliyeya Rihayê pêk tê bi dawî bike. Pişt re bila derkeve pêşberî xelkê û biaxive. Heta ku vê zilma bi destê darazê pêk tê bi dawî neke bila Wezareta Dadê têkildarî hiqûq û edaletê neaxive. Wê xelk baweriyê bi vê neyîne.”