ÎHD’ê ji bo azadiya Tugluk bang kir 2022-01-31 15:52:04   AMED –Komîsyona Jinan a ÎHD’a Amedê da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya siyasetmedara kurd Aysel Tugluk girane û hewceye cezayê wê paşve bê dayîn.   Şaxa Komîsyonan Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandiraya Kocaeliyê tê girtin û bi nexweşiya demansê ketiye, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Aysel Tugluk salên dûvdirêj bi nasnameya xwe ya kurd û jin siyaseta demokratîk kir, pêşengtiya gelek gavên li ser bingeha wekheviya zayenda civakî kir, endama komeleya wan e û parêzvana mafên mirovan e.    BANGA JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî êrişa li dijî cenazeyê dayika Tugluk, di Tugluk de pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dest pê kirine û daxuyanî wiha dom kir: “Hewceye cezayê Tugluk, demek beriya demekî paşve bê dayîn. Tugluk, nikare bixwe, vexwe û pêdiviyên xwe yên jiyanî bi tena serê xwe pêk bîne. Bi zor û zehmet pêwendiyan bi mirovan re datîne. Lewma heta ku tê dermankirin û baş dibe, hewceye cezayê wê paşve bê dayîn. Nexwe dê ev yek bibe sepanekî li dijî rûmeta mirovahiyê û bi xwe re encamên giran bîne. Daxwaza me ew e ku heta Tugluk baş dibe, cezayê wê paşve bê dayîn. Hêviya me ew e ku di pêvajoyeke tedawî tê astengkirin û mafê tenduristî û jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin de Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”