HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin 2022-01-31 17:00:35 NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya Pêngava Gurzê Gelan aşkera kir. HSD’ê da zanîn ku ji destpêka êrişê heta roja dawî, 121 karmend û şervanên wan jiyana xwe ji dest dan û 374 DAIŞ’î jî hatine kuştin.    Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encama Pêngava Gurzê Gelan bi daxuyaniyekê ragihand. Pêngav di 20’ê çileyê piştî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Girtîgeha Sînaayê dabûn destpêkirin. Di daxuyaniyê de endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Siyamend Welat, endamê Fermandariya Giştî ya HSD'ê Mehmûd Berxwedan û ji Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed amade bûn.    ‘ÊRIŞEKE BERFIREH Û PLANKIRÎ BÛ’   HSD’ê da zanîn ku endamên DAIŞ’ê di 20’ê çileyê saet derdora 19:00’an de li dijî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê êrişeke berfireh û plankirî daye destpêkirin û ev agahî dan: “Gelek komên çete yên DAIŞ'ê yên xwekuj ji derve ve tev li vê êrişê bûn. Ji ewil li ber deriyê girtîgehê wesayîteke teqemeniyê teqandin û ji 3 milan ve jî êriş kirin. Xwestin girtîgehê têxin bin kontrola xwe ku derbê li hêzên HSD’ê bixin. Bi hezaran çeteyên di girtîgehê de jî êrişî karmend û hêzên ewlekariyê yên girtîgehê kirin. Kamyoneke tije çek jî anîbûn cihekî nêzî girtîgehê da ku DAIŞ’iyên direvin biçek bikin. Bi vê jî dixwestin êrişî Taxa Xwêran, Taxa Zixûr, saziyên Rêveberiya Xweser û yên leşkerî bikin.”    AMADEKARIYÊN DAIŞ’Ê   Bi domdarî jî HSD’ê diyar kir ku ji bo serxistina êrişê, li taxên navborî hendek hatibûn kolandin û ev hûrgiliye parve kirin: “Lê hêzên me baş li ber xwe dan û bi fedekariyên mezin rê li ber planê girt. Piştre jî hêzên me yên HSD û asayîşê destwerdana rewşê kirin, girtîgeh û zanîngeh dorpêç kir.  Bi dorpêçkirina taxên Xwêran û yên li derdorê re jî hêzên me dest bi operasyonê kir. Di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de hêzên me bi wêrekiyeke mezin û bi pisporî bi ser çeteyan de çûn û bêbandor kirin.”    ‘PLANA DAIŞ’Ê TÊK ÇÛ’   Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku di encamê de hemû girtî hatin desteserkirin û li cihekî cuda hatine veguhestin. HSD’ê daxuyand ji bo ziyanek negihe dîlgirtiyan û malê xelkê, bi hişyarî tevgeriyane û ev agahî dan: “Bi saya lehengiya şervanên parastina girtîgehê yên di bin fermandariya heval Cemal Kobanê, bi lez û bez destwerdana li rewşê û bi destpêkirina pêngava paqijkirina Hesekê re ev plana DAIŞ’ê têk çû.”   ‘ÊRIŞ LI DERVE HATIYE KOORDÎNEKIRIN’   HSD’ê da zanîn ku êrişa DAIŞ’ê ne êrişeke ji rêzê bû û wiha domand: “Xwedî planeke berfireh bû. Li gorî belge û îtîrafên çeteyên payebilind, ger êriş biserketa dê êrişî taxên din bikirana û li Hol, Şedad û Dêrazorê jî bi awayekî hemwext biketina nava liv û tevgerê. Piştre jî dê DAIŞ’ê dîsa xîlafeta xwe ragihandibûya. Êrişeke lokal a ji bo xelaskirina çend çeteyan nebû. Lê ev êriş bi fiyaskoyeke mezin bi dawî bû û têkçûna mezin a li Baxozê dîsa dubare bû. Li gorî çeteyan, qismekî wan ji herêmên dagirkirî yên Serêkaniyê û Girê Spî, qismek jî ji Iraqê hatibûn. Her wiha plan, li derveyî Sûriyeyê hatiye koordînekirin.”    ‘YEK JI BERPIRSYARÊN ÊRIŞÊ DEWLETA TIRK E’   HSD’ê bal kişand ser têkiliya Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: “Bêguman ev êrişa DAIŞ'ê ji nişkê ve çênebû. Ger DAIŞ’ê karîbe heta niha xwe li ser lingan bigire û êrişan pêk bîne, ev yek bingeha xwe ji şert û mercên siyasî û hevkariya hinek hêz û dewletên herêmî digire. Herî zêde rola dewleta tirk e. Anku berpirsyariyeke mezin a dewleta tirk di vê êrişê de heye. Ji ber ku êrişên dewleta tirk ên li dijî herêma me, hem moral dide DAIŞ’ê û hem jî bingehê jê re amade dike. Herêmên wek Serêkaniyê û Girê Spî yên bûne cihên xwe birêxistinkirina DAIŞ’ê.”    ‘BAR LI SER PIŞTA RÊVEBERIYA XWESER MA YE’   HSD’ê destnîşan kir ku hevkariya wan a bi hêzên koalîsyonê re baş e û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê heta astekî jî pêşketî ye lê belê barê DAIŞ’iyên girtî û malbatên wan li ser pişta Rêveberiya Xweser hatiye hiştin. Daxuyanî wiha dom kir: “Bi êrişa dawî xuya bû ku DAIŞ hêj jî hem bo herêmê û hem jî bo hemû cîhanê xetereyeke mezin e. Dîsa xuya bû ku hewcehî bi alîkarî û piştgiriya cîhanê ya leşkerî, teknîkî û siyasî heye. Her wiha kampa Holê, bombeyeke ku pîmê wî hatiye kişandine. Divê dadgehekî navneteweyî bê avakirin û ev DAIŞ’î tê de bên darizandin.”   SPASIYA BO GEL Û ŞERVANAN   HSD’ê ji bo alîkarî û piştevaniyê spasiya hemû gelên li Hesekê, hêzên koalîsyona navdewletî û hemû hêzên ewlekariyê kir. Her wiha HSD’ê kesên di Pêngava Gurzê Gelan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û soza serkeftinê da. HSD’ê daxuyand ku di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de operasyonên hêzên wan ên li Dêrazor û Reqayê yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê berdewam in.    BÎLANÇOYA ÊRIŞÊ   Herî dawî jî HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnan wiha aşkera kir: “Çeteyên DAIŞ’ê di hundirê girtîgehê de 77 hevalên me yên karmend û parezvanên zindanê bi hovane qetil kirin. Di şerê 7 rojan de 40 şervanên me û welatiyek şehîd bûn. Di Pêngava Gurzê Gelan de bi giştî 121 karmend û şervanên me bi lehengiyeke mezin şehîd bûn. Em şehîdên xwe cardin bi bîr tînin. Her wiha 374 DAIŞ’î jî hatin kuştin.”