Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya 2022-01-31 17:03:29   ENQERE - Komîsyona Amedekar a ku ji bo hevdîtinên rakirina destnedayîna Parlamentera HDP'ê Semra Guzel hat avakirin cara duyemîn li hev civiya.    Komîsyona Amedekar a ku ji bo hevdîtinên rakirina destnedayîna Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel hat avakirin cara duyemîn li hev civiya. Di civînê de hat diyarkirin ji bo parastinê 7 roj  ji bo Guzel hatiye diyarkirin û ev bi nameya elektronîk ji Guzel re hatiye ragihandin. Hat hînbûn ku ji bo parastinê Guzel bi rêveberiya Koma HDP'ê re hevdîtin kiriye. Daxwaza Guzel ji aliyê Endamê Komîsyonê Parlamenterê HDP'ê yê Mehmet Ruştu Tîryakî ve hat ragihandin.   WÊ KOMÎSYON CAREKE DIN LI HEV BICIVE    Tîryakî derbarê mijarê ev agahî dan ajansa me: "Di Komîsyona Amedekariyê de min ragihand ku parlamentera me ji bo ku bi rêya parlamenterekî din parastina xwe bike dem dixwaze. Di komîsyonê de dem hat dayîn. Ji bo xebatan bi zanebûn demeke kurt heye û diviya ku sibê kesek bihata parastinê bikira. Lê piştî hevdîtinan roja çarşemê wê komîsyona saet di 14.0'an de li hev bicive. Heke parlamentera me Semra bê yan jî kesekî areste bike wê bê guhdarkirin. Piştî ku ew bê guhdarkirin wê komîsyon xebatên xwe bidomîne û biryara bide."     Tîryakî, da zanîn ku weke HDP hê biryar nedane ku wê kê parastinê bike.