Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-01-31 21:45:31   MÊRDÎN – 9 kesên ku di 26'ê Çileyê de li Mêrdînê hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Li Mêrdînê Celal Kûrga, Hamît Kûrga, Selma Işik, Umît Damar, Sevîm Bozkûrt, Abîdîn Kartal, Erdal Çam, Halîme Tûtmaz û Endamê Meclîsa Şaredariya HDP'î Bedîrhan Şeran di 26'ê Çileyê de di avêtina ser malê de hatibûn binçavkirin.    Ji kesên hatin binçavkirin Umît Damar ji ber ku testa wî ya Covîd-19'ê pozîtîf derket piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hat berdan û 8 kesên din jî sewqî Edliyeya Mêrdînê hatin kirin.   8 kes piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Mêrdînê hatin kirin. Dadgeriyê derbarê 8 kesan de biryara qedexekirina derveyî welêt û şertê îmzeyê da.