Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî 2022-01-31 22:03:38   STENBOL - Midûriyeta Polîsan a Stenbolê têkildarî astengkirin muzîka kurdî daxuyanî da û derpêşkir ku astengkirin ne ji ber kurdî, ji ber qelebalixiya çêbûbû hatiye kirin.   Li Kolana Îstiklalê ya Taksîm a Stenbolê gava hin ciwanan bi kurdî stran digotin, polîsan ew asteng kiribûn. Piştî dîmenên dema astengkirinê li ser medyaya sanal hatin parvekirin, bertekên li dijî astengkirina muzîka kurdî zêde bûn. Midûriyet Polîsan a Stenbolê piştî bertekan têkildarî mijarê daxuyanî da.   Midûriyeta Polîsan a Stenbolê îdia kir ku ji ber muzîka muzîkjenn kurdî qelebalix çêbûye û ji ber vê qelebalixiyê jî rêya "tramvay, ambulans û îtfaiyeyê" hatiye girtin û esnafên li derdorê nerihet bûn.    Midûriyetê di daxuyaniya xwe de derpêş kir ku astengkirin ne ji ber kurdî, ji ber qelebalixiya çêbûbû hatiye kirin.