Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî 2022-02-01 09:09:44 AMED - Nivîskarê çandiniyê Abdûllah Aysû, ger piştgiriya hilberîneran neyê kirin û qût neyê stokkirin, dê krîzeke mezin a qût rû bide û got: "Xela hatiye ber derî." Abdûllah Aysû ku bi nivîs û pirtûkên xwe yên li ser çandinî û cotkariyê tê naskirin, krîza qût ku bi taybetî piştî Covîd-19'ê kûrtir bûye nirxand.    NEWEKHEVÎ   Aysû, destnîşan kir ku qût bi awayekî adil nayê belavkirin û sedema vê jî ji dêvla dewlet belav bikin şîrket belav dikin. Aysû, anî ziman ku şîrket jî li gor marja xwe ya qezencê hereket dikin û got: "Gava berek ji welatekî diçe welatekî din maliyeteke zêde rû dide an jî xera dibe û ji ber vê fîre dide."    Aysû, bilêv kir ku bi şewba Covîd-19'ê re peydakirina qût pir zehmet bûye û got: "Pandemiyê ev yek xuyangtir kir. Çandinî hat nîqaşkirin. Pir girîng e ku mirov hay ji vê çêbûne. Ji lew re welat krîza qût esas nedigirtin. Lewma çandinî bi awayekî bêhazirî rastî vê krîzê hat."    Aysû, destnîşan kir ku Tirkiye û welatên din di sala ewil a şewbê de nizanbûne dê ji ber vê krîzê çi bikin û Tirkiye hê jî ji bo çareserkirina krîza qût stokkirinê nake û piştgiriya cotkaran nake. Her wiha Aysû, bilêv kir ku Tirkiye di warê qût de bûye pêgirtiyên welatên din.    KRÎZ Û XELA   Aysû, destnîşan kir ku cotkar jî nizanin dê çi bikin û got: "Ger gubre bê reşandin jî, lê gava di meha Nîsan-Gulanê de baran bi awayekî rêkûpêk neyê, vê carê jî dê zad bişewitin. Jixwe par ji ber hişkesaliyê gubre zêde hat reşandin. Lê dîsa jî berdarî kêm bû. Tirkiye niha têra xwe nake, ji ber bê xelayeke qismî li Tirkiyeyê heye. Lê xelayeke mezin girêdayî van şert û mercan e. Dibe ku li Tirkiyeyê di warê peydakirina qût de pirsgirêkên mezin rû bidin. Di van şert û mercên pandemiyê de welatiyên zêde diçînin jî qût berpêş nakin. Ji ber vê dê di warê qût de pirsgirêkên mezin rû bidin. Xela hat li deriyê me xist, niha dê ji şêmûgê gav bavêje hundir."    PIŞTGIRÎ   Aysû, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê bi pitşgiriya ji bo cotkar û hilberîneran pêşî li ber krîzeke mezin bê girtin û got: "Lê mixabin Tirkiye vê yekê nake. Ev yek dê di pêşerojê de bibe sedema pirsgirêkên gelekî mezin."