Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir 2022-02-01 10:00:12 ENQERE - Berşan Erdogan ku bi gefên kesên ku xwe wekî polîsan dane naskirin re rû bi rû ma, got: "Ez ciwanekî kurd im, serî natewînim."  Berşan Erdogan ku got polîsên TEM'a Midûriyeta Polîsan a Enqereyê gef lê xwarine û sîxurtî lê ferz kirine, dengê polîsan tomar kir. Erdogan, destnîşan kir ku 2 sal in bi van zext û çewisandinan re rû bi rû dimîne û heya niha polîsan gelek caran rêya wî biriye û ew bi telefonê taciz kirine.      Ji ber van zext û zoriyan Erdogan, gefên polîsan tomar kir. Diyalogên di navbera Erdogan û polîs de bi vî awayî ne:   Erdogan: “(…) Tu yê di kîjan aliyî de alîkariya min bikî?   Polîs: Hema tu çawa bixwazî ez ê aliyê te bikim. Hin tişt hene, ez jî dixwazim tu aliyê min bikî. Tu jî di wan meseleyan de aliyê min bike.    Erdogan: Ez alîkariyê ji te naxwazim.   Polîs: Ez dixwazim.   Erdogan: Hewce nake. Ez ê aliyê te nekim.   Polîs: Hin tiştên tu bi wan nizanî hene.   Erdogan: Ez bi gelek tiştan dizanim.   Polîs: Bi hêviya em hev bibînin birako.   Erdogan: Na, em hev nebînin.   Polîs: Ger roj bê û em hev bibînin, ez ê van tiştan bînim bîra te. Tu baş dizanî bê tu çi dikî.    Erdogan: Ez tu tiştî jî nakim.    Polîs: Em baş dizanin bê tu çi dikî. Ez xweşikî li te digerim, ez dibêjim em biaxivin. Ne bi telefonê, em rû bi rû biaxivin. Belkî tu di rêyeke şaş deyî. Tu tiştên şaş dikî."    ‘EZ CIWANEKÎ KURD IM, SERÎ NATEWÎNIM'   Erdogan ku got "Ez ciwanekî kurd im, bi salan e li Enqereyê dijîm" destnîşan kir ku tekane sedema van gefan çalakiyên demokratîk in. Erdogan got: "Heya niha li ku bêedaletî hebe, ez tim li cem bindesta me. Ji ber ku ez di nav têkoşîneke rêxistinkirî de me, gefên li min tên xwarin di demên dawî de zêde bûn. Ez anarşîstekî şoreşger im. Herî dawî ji bo Enes Kara daketim kuçeyê. Piştî wê çalakiyê bi rojekê, polîs telefonî min kir û gef li min xwrain. Got, ger tu tiştekî nebêjî ez ê bi awayekî din nêzî te bibim."    Erdogan got: "Min li ber van gefan serî netewand û ez ê netewînim jî."    ‘JI TÊKOŞÎNA RÊXISTINKIRÎ DITIRSIN'   Erdogan, destnîşan kir ku îqtidar ji têkoşînê rêxistinbûyî ditirse û got: "Her ku ciwan xwe birêxistin dikin îqtidara AKP-MHP'ê bêtir diheje. Çi dikin bila bikin, lê ez ê tim li ber bêedaletiyê rabim û li dijî wan bitêkoşim. Ev polîtîkayên qiêrj ji xeyn xurtkirina têkoşîna min pêvtir bi kêrî tiştekî din jî nayên."    MA / Firat Can Arslan