Emîne Şenyaşar careke din îfade da 2022-02-01 10:29:11 RIHA - Ji ber ku wêneyên hevjîn û kurên xwe yên hatine kuştin di Nobeta Edaletê de hilgirtiye careke din Emîne Şenyaşar îfade da.  Nobeta Edaletê yê malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê parastvan û xizmên Parlamentere AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine kuştin di roja 330'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kure xwe Ferît Şenyaşar di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kirin. Bi berdewamkirina nobetê re zextên li ser malbata Şenyaşar jî berdewam dikin. Miduriyeta Polisan a Rihayê, careke din Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar vexwend îfadeyê. Duh dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, bi parêzerên xwe re ji qada nobetê derbasî dozgeriyê bûn û îfade dan dozgeriyê bûn.    WÊNEYÊN HEVJÎN Û KURÊN WÊ JÊ PIRSÎN   Di îfadeyê de wêneyên kurên Emîne Şenyaşar Adil û Celal û hevjînê wê Esvet Şenyaşar ku di êrişa AKP'iyan de hatibûn kuştin ji Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar hatin pirsîn. Hat angaştkirin ku di 2'ê mijdara 2021'an de di roja 239'emîn a nobetê de bi vekirina wêneyên Adil, Celal û Esvet Şenyaşar "muxalefeta qanûna meşê û xwepêşandanan" hatiye kirin. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar, di îfadeyên xwe de careke din sûcdariyên ku li wan hatin kirin qebûl nekirin û daxwaza pêkanîna edaletê kirin.    Piştî dayîna îfade Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatin berdan.    Bi vî awayî ji roja ku dest bi Nobeta Edaletê kirine ve Emîne Şenyaşar bû cara 13'an û Ferît Şenyaşar jî bû cara 4'an îfade didin.    Malbat îro dîsa ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kir.