Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin 2022-02-01 15:18:49   NAVENDA NÛÇEYAN –  Ji fermandarên HSD’ê Heqî Kobanê da zanîn ku ji 27’ê çileyê heta 31’ê çileyê hêzên wan di operasyonên lêgerînê de gelek kesên têkiliya wan bi DAIŞ’ê re heye girtine û di operasyonên wan de 7 DAIŞ’î jî hatine kuştin.   Endamên DAIŞ’ê di 20’ê çileyê de bi hêzekî mezin êrişî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê kir û pevçûnên dijwar qewimîn. Li dijî vê êrişê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) operasyon da destpêkirin û operasyon di 26’ê çileyê de biencam bûbû. Piştî kontrolkirina girtîgehê, Hêzên Antîteror, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî dest bi operasyonên lêgerînê kirin. Xebatên lêgerînê îro li taxên Xeşman û Salihiyeyê berdewam in.    Ji fermandarên HSD’ê Heqî Kobanê têkildarî operasyonên lêgerînê axivî. Kobanê da zanîn ku hêzên wan li hemû taxên Hesekê li şaneyên DAIŞ’ê û li DAIŞ’iyên ji girtîgehê reviyayîn û niha xwe di malan de veşartîne digerin.    GELEK KES HATINE GIRTIN   Kobanê diyar kir ku armanca operasyonê bidawîkirina şaneyên DAIŞ’ê û zelalkirina kesên piştgiriyê didin wan e û wiha bi dawî kir: “Operasyon, li gorî agahiyên hêzên îstîxbaratê, hêzên ewlekariyê û agahiyên gel tên kirin. Ji 27’ê çileyê heta 31’ê gelek kesên têkiliya wan bi DAIŞ’ê re heye hatin girtin. Ji wan 2 kes ji girtîgehê reviya bûn. Her wiha 2 çete bi êlekên xwekuştinê hatin girtin û û 7 çete jî hatin kuştin.”