Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin 2022-02-01 16:02:32   MÊRDÎN - Danişîna 7’emîn a doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê ku qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin, ji ber şandeya dadgehê bi koronayê ketiye, hat taloqkirin.    Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî şûna Hevşaredara Qosera Mêrdînê Nilufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewra Mêrdînê Gulistan Oncu kiribû. Her du hevşaredar jî hatibûn girtin û pişt re hatibûn berdan û negirtî tên darizandin. Danişîna 7’emîn a doza hevşaredran li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Ji ber ku şandeya dadgehê bi vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ketibû û parêzeran jî hêcet nîşan da û danişîn taloqî dîrokêk pêş hat kirin.