Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin 2022-02-01 17:09:58 STENBOL – Danişîna doza Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi hinceta Gerînendeya Weşanê ya Nobedar hatibû vekirin, hat taloqkirin.    Derheqê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci, Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesîn de, bi hinceta ku rojekî Gerînendetiya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê kirine (Bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin), bi îdiayên ‘Propagandaya rêxistinê’, ‘Bi awayekî vekirî ji bo sûc xelk sor kiriye’ û ‘Pesindayîna sûc û sûcdar’ doz hatibû vekirin. 3’yemîn danişîna dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku li Edliyeya Çaglayanê ye hat dîtin. Di danişîna dozê de Erol Onderoglu û parêzer amade bûn.    Dadgehê da zanîn ku diviyabû îfadeyê Ahmet Nesîn ku niha li Fransayê dijî bi rêya îstînabê bihata girtin lê îfade hêj nehatiye girtin. Di heman demê de di celseya berê de biryar hatibû dayîn ku Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya jî wek şahid bê guhdarkirin. Lê Kizilkaya beşdarî danişînê nebû.    Dozgerê danişînê xwest ku kêmasiyên heyî bên temamkirin. Dadgehê biryar da ku îfadeyê Nesîn bi rêya îstînabê bê girtin û doz taloqî 14’ê hezîranê kir.