Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin 2022-02-01 23:52:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê ji bo 12 kesên di şerê li hemberî DAIŞ'ê yê li Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke girseyî hat lidarxistin.   Li Kobanê ji bo 12 kesên di pêngava "Gurzên Gelan" a Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (QSD) a li Hesekê li dijî DAIŞ'ê dabû destpêkirin jiyana xwe jid est dan merasîmeke girseyî hat lidarxistin.   Cenazeyê 12 şervanan di 31'ê Çileyê de anîn nexweşxaneya eskerî ya li Kobanê. Îro bi deh hezaran kes ji gund û bajarên Herêma Firatê li Şehîdgeha Dîcleyê kom bûn ji bo 12 şervanên jiyana xwe ji dest dane oxir bikin.   Di dema merasîma cenaze de esnafên bajêr dikanên xwe girtin û kesên jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Di merasîmê de Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî. Kobanê, bal kişand ser êrişa DAIŞ'ê ya li Hesekê û bilêv kir ku ev destê dewleta tirk hatiye kirin. Kobanê, bilêv kir ku lê belê ev plana dewleta tirk bi fidakariya şehîdan û gelê Bakur û RojhilatÊ Sûriyeyê hatiye pûç kirin.    Hevserokê Meclîsa Eskerî ya Kobanê Mehmûd Kobanê jî anî ziman ku şervanêN QSD'ê ji bo aştî û îstiqrara herêmê, ji bo domandina biratiya gelan canê xw efeda kirine.   Piştî axaftinan cenaze bi berzkirina dirûşmeyan hatin definkirin.