ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN 2022-02-02 09:00:21 * Di ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re 23 sal derbas bûn. Armanca komployê tesfiyekirin bû lê ev armanc hat pûçkirin û gelê kurd bi paradîgmaya Ocalan destkeftiyên mezin bi dest xistin.  * Hevserokê Meclîsa Gel a Kampa Mexmûrê Yûsûf Kara, diyar kir ku tu hêleke mirovî ya NY'yê nemaye û got: "NY, ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e."    * HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe ya asayî ya 4'emîn ku dê di 13'ê Sibatê de li dar bixe, diyarî Denîz Poyraz bike.   * Muzîkjenên kurd bertek nîşanî astengkirina muzîka kurdî dan û gotin: "Dê bi astengkirinan nikaribin zimanê kurdî û dengê muzîka kurdî asteng bikin."    * Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Gonul Taşkin, diyar kir ku ciwantiyeke ji dîroka xwe qutbûyî dê nikaribe rola pêşengtiyê bilîze û got: "Em ê tiryakê ji holê rakin."    * Li Çewligê xwediyê dikanekê ji bo bertek nîşanî fatûreyên ceryanê yên zêde hatine bide li ser cama nivîsîbû, "Me dişêlînin." Piştî vê gelek esnaf fatûreyên xwe yên zêde hatine, tînin bi cama vê dikanê vedikin.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 331'emîn de berdewam bike.    * Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Umît Dede yê ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Berpirsiyar e wê têkildarî doza Denîz Poyraz li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)    * Danişîna doza rojnamevan Ramazan Olçen dê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (10.00)    * Danişîna doza parêzer Newroz Uysal wê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (11.00)   * Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê wê rapora binpêkirinên mafên rojnamevanana meha çile li ber Peykerê Mafê Mirovan a Parka Koşuyolu eşkere bike. (12.30)    * Komîsyona HDP'ê ya Zarokan wê derbarê îstîsmarkirina zarokan de li Meclîsê civîn li dar bixe. (12.00)   * Platforma Tenduristiyê ya Amedê dê li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê daxuyanî bide û nobedê bigire. (12.30-17.00)    * ÎHD'a Îzmîrê wê derbarê rewşa girtîgehan de civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amedê û Wanê dê berdewam bikin. (13.00-16.00)    * Danişîna doza nûçegihanê me Ahmet Kanbal wê li Dadgeha Mêrdînê were lidarxistin. (15.30)