HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike 2022-02-02 09:03:13 ÎZMÎR - HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe ya asayî ya 4'emîn ku dê di 13'ê Sibatê de li dar bixe, diyarî Denîz Poyraz bike.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, dê di 13'ê Sibatê de Kongreya Asayî ya 4'an li dar bixe. Kongre dê bi dirûşmeya "Dem dema HDP'ê ye" bê lidarxistin. Xebatên ji bo kongreyê di 4'ê Sibatê de dest pê kirin û niha li 28 navçeyan didomin. Komîsyona Amadekariya Kongreyê li navçe û taxan civînên gel çêdike. Eleqeyeke mezin ji bo kongreyê heye.    Hevberdevkên Komîsyona Amadekariya Kongreyê Meltem Işik û Mehmet Sabrî Gul, behsa xebatên ji bo kongreyê kirin.    Hevberdevka Amadekariya Kongreyê Meltem Işik, diyar kir ku tevî pêkhateyên xwe li navçeyan bi gel re civînan dikin. Işik, anî ziman ku di van civînan de gelek kes ji bo namzetiyê hatine pêşniyarkirin û got: "Komîsyona kongreyê ji bo hêla HDP'ê ya jinan baş binirxîne komîsyona jinan ava kir. Hevalên di vê komîsyonê de jî li navçeyan civîn bi jinan re kirin û pêşniyar girtin. Civînên me yên rû bi rû yên bi hevalên dixwazin di rêvebiriyê de cih bigirin didomin."   DÊ BIBE KONGREYEKE RENGÎN   Işik, destnîşan kir ku hewl didin kongreyeke rengîn li dar bixin û got: "Em komîsyon tenê ne ji bo diyarkirina rêvebiriyê, ji bo HDP xurtir bibe jî dixebitin. Dê bibe kongreyeke bicoş. Ji lew re civînên me pir xurt bûn. Ji ber ku HDP partiyeke sîwanê ye, pirrengî û pirdengî ye. Îzmîr jî xwedî armoniyeke pirçandî ye. Em wisa difikirin dê bibe kongreyeke pirrengî."    DÊ DIYARÎ DENÎZ POYRAZÊ BIKIN   Işik, ragihand ku dê vê kongreya xwe diyarî Denîz Poyrazê bikin û di xebatên xwe de jî vê yekê bilêv dikin.    Işik, ji bo kongreyê bang kir û got: "Em bang li hemû kesên dixwazin ji vê zilmê xelas bibin, em bang li hemû kesên ehlê kedê, ehlê aştî û demokrasiyê dikin ku tevli kongreyê bibin."    ‘DEM DEMA HDP'Ê YE'   Hevberdevkê Komîsyona Amadekariya Kongreyê Mehmet Sabrî Gul jî destnîşan kir ku xebatên kongreyê moral û hêzeke baş dide wan û armanca wan jî kongreyeke xurt li dar bixin. Gul, ragihand ku tax bi tax, kuçe bi kuçe digerin û hemû reng û dengên Îzmîrê vedixwînin kongreyê. Gul, destnîşan kir ku dê beşdarbûneke xurt çêbibe û got: "Îzmîr di warê HDP'ê de bajarekî xwedî potansiyelek mezin e. Tenê ne bi rayên xwe, ji bo derdorên xîtabî wan dike jî wisa ye. Em hewl didin kongreyeke bihişmet li dar bixin. Em bawer dikin em ê ji heq vê derkevin."    ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN Û BI SER BIKEVIN'   Gul, destnîşan kir ku Îzmîr baxçeyê gelan û baweriyan e û ji bo HDP'ê jî girseyeke potansiyel heye li Îzmîrê. Gul, bilêv kir ku armanca wan ew e ku van reng û dengan hemûyan bînin cem hev du û got: "Pergal gelan dezenforme dike. Gava em vê yekê ji holê rakin em wisa difkirin ku dê jiyaneke demokratîk û azad pêkan be. Êrişên faşîzmê her diçe zêde dibin. Hem li girtîgehan êriş hene hem jî tecrîda li Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye. Lê em li dijî vê ne bêalternatîf û bêçare ne. Em ê bi hêvî, wêrekî û rêxistinbûyîna xwe bersiva van êrişan bidin. Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin li dijî faşîzmê."    MA / Tolga Guney