Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin 2022-02-02 09:33:49   NAVENDA NÛÇEYAN – Cîgira Serokê USCIRF’ê Nadine Maenza diyar kir ku divê civaka navdewletî Rêveberiya Xweser di hêla siyasî de nas bike û ji bo darizandina DAIŞ’iyan jî mekanîzmayeke hiqûqî ava bike.      Bi mebesta derxistina zêdetirî 5 hezar endamên DAIŞ’ê ji Girtîgeha Sînaa ya Hesekê, di 20’ê çileyê de DAIŞ’iyan li Hesekê êrişeke berfireh kir. Bi êrişa li Hesekê re hemwext, Tirkiyeyê jî êrişî herêmên Til Temir, Eyn Îsa û Şengalê kir. Êriş bi saya destwerdana lezgîn a hêzên ewlekariyê hate têkbirin û gelemperiya DAIŞ’iyan dîsa hatin girtin. DAIŞ’iyên ku hatibûn girtin da zanîn ku plan li herêmên niha di bin dagirkeriya Tirkiyeyê û komên girêdayî wê de hatiye plankirin. Li hêla din operasyonên lêgerînê yên hêzên ewlekariya Rêveberiya Xweser jî berdewam in.    ‘TIRKIYE LI DIJÎ ARMANCÊN KOALÎSYONÊ TEVDIGERE’   Têkildarî mijarê Cîgira Serokê Komîseriya Azadiyên Olî ya Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî (USCIRF) Nadine Maenza ji ANHA’yê re axivî û destnîşan kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nayên qebûlkirin. Maenza got ku piraniya DAIŞ’iyên êrişî girtîgehê kirîn, ji herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de hatine û wiha domand: “Ev yek, cihê aciziyê ye. Bi balafirên bêmirov herêmên sivîlan armanc digirin û ev hewldanên Tirkiyeyê, ne li gorî armancên Koalîsyona Navneteweyî yên ji bo têkbirina DAIŞ'ê ye. Dema Tirkiyeyê êrişên hewayî li HSD’ê dikirin, di heman kêliyan de DYA’yê ji bo alîkariya bi HSD’ê re li DAIŞ’ê dixist. Gelo DYA û civaka navdewletî vê yekê çawa qebûl dike?”    ‘EV BAR TENÊ YÊ RÊVEBERIYA XWESER NÎNE’   Di berdewamê de jî Maenza da zanîn ku xwedîkirina zêdetirî 10 hezar DAIŞ’iyan barekî giran e û axaftina xwe wiha xelas kir: “Divê ev bar tenê li ser milê Rêveberiya Xweser û HSD’ê neyê hiştin. Hewceye ji bo darizandina kesên ku nikarin vegerin welatê xwe, civaka navdewletî bi berpirsyarî tevbigere û mekanîzmeyeke hiqûqî ava bike. Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî siyasî bê naskirin ku vî mafî heq dikin. USCIRF jî vê yekê pêşniyar dike. Tekane hikûmeta serkeftî ya li Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser e. Azadiya olî û wekheviya zayendî mîsoger dike. Heke civaka navneteweyî DAIŞ’iyan nexwaze û avakirina mekanîzmayeke hiqûqî red bike, wê demê divê ji bo çareserkirina doza DAIŞ’iyan piştgiriyê bide Rêveberiya Xweser.”