Gav bi gav Komploya 15'ê Sibatê 2022-02-02 09:35:05   AMED - Di ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re 23 sal derbas bûn. Armanca komployê tesfiyekirin bû lê ev armanc hat pûçkirin û gelê kurd bi paradîgmaya Ocalan destkeftiyên mezin bi dest xistin.    Di sedsala 21'emin de hêzên Navdewletî bi armanca axa Rojhilata Navîn û siyaseta wê li gorî xwe biguherînin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistin. Tu dewletan Ocalan li welatê xwe nekirin mêvan û neparastin. Hêzên Navdewletî, di pêşengiya DYA, welatên NATO û Îsraîlê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî di 9'ê Cotmeha 1998'an de Ocalan ji Sûriye derxistin, di 15'ê Sibata 1999'an de Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin. Ji ber hêzên navdewletî zext li Sûriyeyê kirin, Ocalan neçar ma ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de hat Balafirgeha Şamê û ji wir berê xwe da Yewmenistanê. Parlamenterê Yûnan Kostas Baduvas soz dabû Ocalan ku li balafirgeha Hellinikonê wî pêşwazî bike. Lê li şûna wî Xebatkarê NATO yê ji serwîsa veşartî ya Yewmenistanê berpirsiyar ji EYP'ê Savvas Kalenteridis û rayedarê îstîxbaratê Yannis Stavrakakis Ocalan hatin pêşiya Ocalan. Ocalan li ser vê rewşê got "Di şexsê Kostas Simitis, Baduvas, Stavrakakis û Kalenteridis de ji aliyê DYA û NATO ve hatim kontrolkirin. Ocalan bêyî ku li Yewmenistan bibe mêvan xwestin ji Yewmenistanê derkeve. Li ser vê yekê Nûnerê PKK'ê yê Rûsyayê Numan Uçar (Mahir Welat), Ocalan dawetî Rûsyayê kir. Ocalan bi balafira taybet ku ji aliyê Kalenteridis û Wezîrê Karên Derve yê Yewmenistan şandin Moskovayê.  Piştî vê hewldanê gelê Kurd û dostên Kurdan dest bi çalakiyan kirin. Gelê kurd Ocalan kêlî bi kêlî şopandin û li dijî vê komployê dest bi çalakiyên cûr be cûr kirin. Li aliyekî meşên girseyî li dar xistin, li aliyê din dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin.    Li girtîgehan Girtiyê Girtîgeha Tîpa E ya  Mereşê M. Halit Oral, li dijî kompoyê di şeva 9'ê cotmehê de bedena xwe da ber agir û komplo bi xweşewitandinê şermezar kir. Piştî Oral girtiyên din dest bi çalakiyan kirin. Di 18'ê cotmehê de li Girtîgeha Bartinê Murat Kaya, di 19'ê Cotmehê de li Girtîgeha Amasya Mehmet Gul, di 20'ê Cotmehê de li Girtîgeha Bartinê Alî Aydin, li Girtîgeha Tîpa E ya Çanakkale Meral Kaşoturacak, di 22'ê Cotmehê de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê Fettah Karataş, li Girtîgeha Midyadê Aynur Artan û Selamet Menteş û li Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê Bulent Bayram li dijî komployê bedena xwe dan ber agir û çalakî li dar xistin.    Piştî Ocalan çû Yewmenistanê û Yewmenistan ew qebûl nekir berê xwe da Paytextê Rûsya Moskovayê. Li vir Numan Uçar, endamê ewlehiya Rûsya û cîgirê Serokê Meclîsa Duma yê berê Vladimir Jirinovskî Ocalan pêşwazî kirin. Ocalan xwest serlêdana wî ya siyasî bê qebûlkirin û li Rûsya bê parastin. Lê Rûsya ev yek qebûl nekir. Tirkiye ket nava tevgerê û li dijî Tirkiyeyê derket. Cîgirê Musteşarê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê Mehmet Alî Îrtemçelik, Serokwezîr Mesut Yilmaz ji bo Ocalan radestî Tirkiyeyê bikin bi Rûsya re ketin nava bazara aboriyê û ev daxwazên xwe ji Serokê Rusya Yevgenî Primakov re gotin. Rojnameya Kommersant, ev daxwaza Tirkiye kir manşet û sernavê "Li beramberî Apo bazara petrolê." Piştî vê yekê biryar dan ku Petrola Kazakistanê bidin Rûsyayê û ya Azerbeycanê jî bidin Tirkiyeyê. Rûsya destûr dan ku xeta boriya Baku-Ceyhan û serlêdana Ocalan a siyasî qebûl nekin.    ÎTALYA DAXWAZ QEBÛL KIR, WELATÊN DIN DIJ DERKETIN    Li gel vê yekê Meclîsa Duma di 4'ê mijdara 1998’an de bi 298 dengan daxwaza Ocalan a siyasî qebûl kir xwest Ocalan li Rûsya bibe mêvan. Li dijî vê biryarê Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê DYA James Rubin biryara meclîsa Duma rexne kir û gef li wan xwar. Piştî vê gefê Serokê Rusya Yevgeni Primakov, biryar da ku Ocalan Rûsya terk bike. Li ser vê yekê Ocalan, dîsa bi hevkariya Wekîlê Partiya Komunistan a Ji Nûve Avakirinê ya Îtalya (PRC) Ramon Mantovanî di 12'ê Mijdara 1998'an de berê Ocalan da Îtalyayê. Ocalan li ser vê yekê berê xwe da Romayê. Piştî vê yekê Ocalan li Roma xistin dorpêçê. Ocalan li vir jî xwest daxwaza wî ya parastina siyasî bê qebûlkirin. Hikûmeta Îtalya ev daxwaz qebûl kir. Piştî vê yekê li dijî welatê Îtalya zextên aborî û siyasî zêde bûn. Serokê DYA Clinton, di 24'ê Mijdara 1998’an de bi telefonê li Serokê Îtalyayê Massimo D’Alema geriya û gef xwarin. Li ser vê yekê D'Alema xwest Ocalan bi daxwaza xwe ji Îtalya derkeve. Ocalan, jî xwest temînatekê bide. Li ser vê yekê Îtalya ji bo Ocalan ket nava lêgerînê. Hikûmeta Îtalya  xwest Ocalan biçe Finlandiya. Lê vê carê Almanya destûr neda û bû asteng. Avusturya jî daxwaza Ocalan red kir.    LI PÊŞ DUMA BEDENA XWE ŞEWITANDIN   Di 17'ê mijdarê de Ahmet Yildirim û Remzî Akkuş li pêş Duma bi gotina “Em li dora Ocalan bibin xeleka agir û Hûn nikarin roja me tarî bikin" bedena xwe şewitandin. Ocalan mudaxaleyî çalakiyan kir û xwest êdî kes xwe neşewitînin. Ocalan di 19'ê mijdarê de dema li Roma bû daxuyanî da xwest çalakiyên ku têkoşînê têxin zorê nekin û xwest dawî li çalakiyên bi vî rengî bînin. Ocalan piştî 66 rojan li Îtalya ma dîsa berê xwe da Rûsyayê. Di 16'ê Çileya 1999’an de bi balafira ku ji aliyê serokwezîr ve hatibû amadekirin şandin Rusya. Dema Îtalya Ocalan şandin Rûsyayê, soza krediya 8 milyar dolar vekin dabû Rûsyayê. Roja duyemin endamên ewlehiyê yên Rûs çûn mala Ocalan lê dimîne û gotin Serokwezîr Primakov destûr nade hûn li vir bimînin û xwest di nava 3 rojan de Rûsya terk bikin. Di 18'ê Çile de jî Sefîrê Rusya yê Tirkiye Aleksandr Lebedev, soz da Tirkiye ku Ocalan bê girtin dê radestî Tirkiyeyê bikin.    Li ser vê yekê Ocalan di 20'ê Çile de revandin Paytextê Kirgızistan Bîşkekê. Ocalan 8 rojan li gundekî ma û têkiliya wî bi cîhanê re qut bû. Piştî 8 rojan dîsa Ocalan anîn Moskova. Rayedarên Rûs diyar kirin ku dê Ocalan bişînin Şamê. Wê demê Rejîma Sûriye û Tirkiye li ser Ocalan li hev kirin. Şamê soz da Tirkiye ku dema hat Şamê dê radestî Tirkiyeyê bike. Lê Ocalan daxwaza wî bişînin Şamê qebûl nekir. Ocalan bi rêya Amiral Andonis Naksakis dîsa di 29'ê Çile de ji Rûsya şandin Atînayê. Naksakîs bi Wezîrê Karên Derve Teodoros Pangalos re hevdîtin kir û xwest Ocalan li Yewmenistanê bimîne. Pangalos bi rêya Naksakis xwest bi Ocalan re hevditin bike û Ocalan hevdîtin qebûl kir. li Şûna kesê bi Naksakis Pangalos re biçe hevdîtina Ocalan Stavrakakis û Kalenteridis çûn. Stavrakakis, got 'Heta serê sibê saet 4'an dema te heye. An em ê bi zorê derxin.    Di 31'ê Çile de hemû rê li balafira ku hikûmeta Yewmenistanê ji bo Ocalan amade kiribû hatin girtin. Dema balafir çû Minskê. Serokê Rusya Primakov, diyar kir ku hemû rêyên Ewropa li Ocalan hatine girtin. Piştre derket holê ku li dijî Ocalan îstîxbarata NATO li ser vê biryarê li Swêdê civînek veşarî girtibûn û biryar dabûn.    BERÊ WÎ DAN EFRÎQAYÊ   Wê demê xwestin li Minskê Ocalan ji balafirê daxin. Lê Ocalan ev yek qebûl nekir. Di heman şevê saet di 04.00'an de dîsa Ocalan birin Atînayê. Ji wir berê Ocalan dan Girava Korfuyê. Endamê Îstîxbaratê Kalenteridis, got, "me çareserî dît em ê te bibin welatê Efrîqayê." Ji vir saet di 20.30'ê şevê berê Ocalan dan Efrîqayê. Ocalan saet di 05.30’ê şeva 02'ê Sibatê de gihîşt paytexta Kenya Nairobiyê. Sefîrê Kenya George Kostoulas Ocalan li vir pêşwazi kir. Di 3'ê Sibata 1999'an de Sekreterê Daîmi yê Wezareta Karên Derve yê Kenyayê Kathourima û Sefîrê Yunan George Kostoulas hevdîtinek veşarî kirin. Di vê navberê de li Enqereyê Şefê îstîxbarata îsraîlê David Ivry li Wezareta Karên Derve ya Tirkiye bi MÎT û Serfermandariya Giştî re hevdîtin kirin.    Di 4'ê Sibata 1999'an de li Wezareta Karên Derve ya Kenya Kathourima û Sefîr Kostoulas hevdîtin kirin. Di heman rojê de endamên CIA li Tirkiyeyê bi mustexarê MİT'(ê Şenkal Atasagun re hatin cem hev. Serokwezîr Bulent Ecevit di 4'ê Sibatê de got "Agahî hat ku Ocalan li Afrikayê ye. Balafira Tirkiyeyê di 10'ê sibatê de ji Stenbolê çû Balafirgeha Entebbe ya Ugandayê. Balafira tîpa Falcon 900B a bi  TC-CAG hatiye tescîlkirin û hilberîna Fransayê bû, aydî karsaz Cavit Çaglar bû. Di nava heyeta operasyonê de 9 kes hebûn. Heyeta Operasyonê çûn Otela Lake Victoria ya Antebbe bi cih bûn.    Di saetên serê sibê yê 15'ê Sibata 1999'an de Şefê Protokola Wezareta Derve ya Kenyayê Kostoulas birin cem Sekreterê Daîmi yê Wezareta Karên Derve Kathourima. Piştî civîna li vir Kostoulas, diyar kir ku wexta ji bo Ocalan hatibû veqetandin heta 15'ê sibatê bû. Pişt re Şefê îstîxbarata Kenya bi Ocalan re hevdîtin kir û got, "Balafir amade ye. Divê hûn demek berî demekê derkevin" û gef li Ocalan xwar. Piştî Kostoulas û Kalenteridis li ser navê Yewmenistanê garantî dan Ocalan, biryar dan ku Ocalan derkeve. Ocalan diyar kirin ku piştî vê yekê îlaca hişbir dane wî û ew ji ser hişê wî birine.    Sefîr Kostoulas li baxçeyê mala xwe li pêş çavê Kostoulas û Kalenteridis îtîraz kir. Lê tevî hemû îtîrazan Polîsên Kenyayê bi Zorê Ocalan li maşînê kirin û birin balafirgehê û radestî îstîxbarata Tirkiyeyê kirin. Serê sibeha 15'ê Sibatê Ocalan li balafirgeha Tirkiye ku al û nûmara Malezya zeliqandin kirin û bi vê balafirê anîn Tirkiyeyê. Wê demê Serokwezîrê demê Bulent Ecevit, di 16'ê Sibatê de bi raya giştî re parve kir û diyar kir ku Ocalan anîne Tirkiyeyê.   XWE JI BO OCALAN FEDA KIRIN    Çawa Ocalan anîn Tirkiyeyê birin girtîgeha Îmraliyê. Li dijî komploya li hemberî Ocalan di nav de Zehra Çelik a 11 salî, Hatice Falay a 60 salî, Endama MLSPB'ê Serpil Polat jî di nav de 63 mirovan li dijî komployê çalakî li dar xistin û dawî li jiyana xwe anîn. Xebatkarên Kovara Ozgur Halkê Nesrîn Teke, Esen Aslan, xwendekarê zanîngehê Mahmut Yener, Endama Meclisa YJA Starê Viyan Soran (Leyla Walî Huseyin), Firat Îzgîn, Muslum Dogan, Mehmet Ayik, Mustafa Malçok, Evrim Demîr û Umît Acar jî piştî 15'ê Sibatê di salvegerên 15'ê Sibatê de bedena xwe dan ber agir û jiyana xwe ji dest dan.    PARADÎGMA OCALAN   Pêvajoya komployê ya bi armanca tasfiyekirina Ocalan û PKK'ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê ya Ewlehiya Bilind ku lê tê ragirtin, bi awayekî din dewam kir. Lê belê bi helwesta Ocalan û paradîgmaya ku 23 sal in daye pêş, pêvajoya komployê bi giranî pûç kir. Pirsgirêka kurd di nava 23 salan de bûye xwediyê karaktereke herêmî û navneteweyî, Kurdên ku li gorî fikrên Ocalan tevgeriyane, li erdnîgariyên ku lê dijîn destkeftiyên mezin bi dest xistine.