Dayika Helîn Şen: Ez ê heta dawiyê li pey edaletê bim 2022-02-02 10:50:13   ENQERE - Zaroka bi navê Helîn Hasret Şen di êrişa wesayîteke bizirx de jiyana xwe ji dest da. Dayika Helînê, Nazmiye Şen diyar kir ku dê heta dawiyê li pey edaletê bigere û xwest ku hemû kes xwedî li doza Helînê derkeve.   Mêvanê vê hefteyê yê bernameya parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu ku di OFG TV’yê de tê weşandin, dayika Helîn Şen bû. Helîn Hasret Şen li Amedê di encama gulebarana wesayîteke bizirx de hatibû qetilkirin.    Gergerlîoglu ji bo şopandina doza Helîn Hasret Şen çûbû Amedê û diyar kir ku ev 6 sal û nîvin hewl didin vê dozê bişopînin.    ‘KEÇA MIN LI CIHÊ ÊRIŞÊ REHMET KIR’   Nazmiye Şen qala qetilkirina keça xwe ya di demên qedexeya derketina kolanan de kir û wiha got: “Parêzer gelek li pey geriyan heta karîn dozê vekin. Lê kujerê keça min nehat girtin. Ez dixwazim ku edalet pêk bê. Hêvî û daxwaza min ew e ku cezayê herî giran li kujerê keça min bê birîn.”    ‘EM JÎ LI GEL WÊ KUŞTIN’   Dayika Şen da zanîn ku kurê wê Kadîr Şen hêj jî travmaya wê rojê derbas nekiriye û wiha domand: “Kadîr wê demê 9 salî bû û li gel psîkiyatran tedaviyê dibîne. Keça min Cennet ku wê demê 3 salî bû, ji xwîşka xwe gelek hez dikir. Ew jî tedawiyê dibîne. Bandoreke mezin li jiyana me kir. Jixwe êşa zarokê mirov nayê vegotin. Ji bo her zarokekî xwe têkoşîneke cuda didim. Xwîşka wan tê bîra wan û êş dikişînin. Rewşekî gelek zehmet e. Ne tenê Helîn lê em jî bi wê re kuştin.”    ‘XWEDÎ LI DOSYAYA HELÎNÊ DERKEVIN’   Dayika Şen destnîşan kir ku dê heta dawiyê li pey edaletê be û xwest ku hemû kes xwedî li dosyaya Helînê derkeve.    Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn jî da zanîn ku piştî komkujiyê biryara nepenî û bisînorkirinê ji bo dosyayê hatiye dayîn û ev agahî dan: “Me û dayika Helînê di van 4 salan de gelek caran bi dozgeriyê re hevdîtin kirin. Lê encamek jê derneket. Piştî amadekirina îdianameyê, haya me ji delîlên di dosyayê de çêbû. Di îdianameyê de fîşek, qalikên fîşekan û delîlên cuda nehatine komkirin û parastin. Ji ber ku ev delîl nehatine komkirin, lêkolîneke krîmînal jî nehatiye kirin. Axaftinên li ser bêtêlê û dîmenên wesayîta zirxî yên xav nexistine dosyayê. Cara ewil dosya ji hêla dozgeriya têkildar re bi sedema ‘kuştina mirovan a biqusûr’ hate vekirin. Lê belê dadgerê dadgeha cezayên esliyeyê dosya lêkolîn kir û got ku divê herî kêm bi sûcê ‘kuştina mirovekî ya bi qesdî’ doz bê vekirin û xwest ku doz li dadgeha cezayên giran bê dîtin. Piştî 4 sal û nîvan jî dosya şand dadgeha cezayên giran.”   DANIŞÎNA DOZÊ SALEK PIŞTRE ÇÊBÛ   Zeytûn anî ziman ku di dema dozê de destûra lêpirsîna derheqê polîs de nehatiye dayîn lewma jî doz sekinî û wiha pê de çû: “Lê di sibata 2011’an de destûra lêpirsînê hat dayîn û salek piştre doz dîsa çalak bû. Di vê danişînê de me, di şexsê doza Helînê de sepanên di dema qedexeya derketina kolanan de li pêşberî dadgehê îfşa kirin. Her wiha hem dayika wê û hem jî wek kesekî ku şahidiya bûyerê kirî, îfadeyên me li dosyayê hatin zêdekirin. Di vê navberê de dîmenên wesayîta zirxî jî xistin nava dosyayê. Di dîmenan de aşkera bû ku bi awayekî keyfî gule li welatiyan hatiye rewşandin.”    GIRTEKA GERÎNENDETIYÊ EWLEKARIYÊ     Têkildarî girteka Gerînendetiya Ewlekariya Bajêr a Amedê ya derheqê bûyerê de jî Zeytûn ev agahî dan: “Di girteka gerînendetiya ewlekariyê de jî xuya dibe ku wê rojê tu giliyek an jî çalakiyek nebû. Di girtekê de aşkeraye ku kiryar Helînê hedef digire, bi zanebûn gule lê reşandine û kuştî ye. Di dîmenên wesayîta zirxî de kameraya termal a çeka kujer jî heye. Di wê kamerayê de xuya dibe ku li qederê 150-200 mîtroyan zindiyek heye, bi wê kamerayê dikare bê tesbîtkirin. Derheqê bûyerê de lêpirsîna îdarî hatiye kirin, cezayê du salan rawestandina qidemê hatiye dayîn. Lê tevî vê yekê jî ev kes hêj li ser peywira xwe ye.”   Her wiha Gergerlîoglu jî bang li Wezareta Dadê kir ku ji bo edaletê çi ji destê wan bê dê bikin.