Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê zilm û dagirkeriyê qebûl nekin 2022-02-02 11:00:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Mexmûrê bertek nîşanî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê dan û bang li hemû kesî kirin ku li hemberî êrişan dengê xwe derxînin. Tirkiyeyê, şevê din Şengal, Kampa Mexmûrê û bajarê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî hemwext bombebaran kir. Xelkê Mexmûrê li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bû û êrişên Tirkiyeyê protesto kirin.    Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yûsûf Kara di çalakiyê de axivî û êrişên Tirkiyeyê şermezar kir. Kara da zanîn ku Tirkiyeyê deverên li derdora Mexmûrê bombebaran kirine û wiha domand: “Birîndarên me hene lê belê hejmara wan baş nayê zanîn. Balafirên keşfê hêj niha jî li ser wargehê digerin. Banga me ji bo gelê kurd û kurdên birûmet ew e ku li dijî van êrişan xwedî seknekî rast bin. Beşdarî çalakiyan bibin. Em vê zilm û dagirkeriyê qebûl nakin. Em ê rabin ser pêyan.”    Kara destnîşan kir ku beriya êrişê ceyrana wargehê hatiye qutkirin û piştî êrişê jî ceyran dîsa hatiye.