Dadgeh dê li benda girtina rojnameger Olçen bisekine 2022-02-02 11:47:50   AMED – Danişîna doza rojnameger Ramazan Olçen îro li Amedê pêk hat. Şandeya dadgehê biryar da ku dê li benda girtina Olçen bisekinin û doz taloqî 30’ê gulanê kir.     Derheqê Xwediyê Îmtiyazê ya Rojnameya Azadiya Welat (bi KHK’ê hatibû girtin) Ramazan Olçen de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hatibû vekirin. 8’emîn danişîna dozê îro li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Rojnameger Olçen li derveyî welate lewma jî beşdarî danişînê nebû. Di danişînê de parêzerê Olçen, Resûl Tamur amade bû.    Serokê dadgehê da zanîn ku beriya niha ji bo Olçen biryara girtinê dabûn lê Olçen nehatiye girtin û ji bo ku îfadeya Olçen bi rêya îstînabê bê girtin ji Wezareta Edaletê re nivîs şandine. Dadgehê da zanîn ku bersiva nivîsa wan nehatiye dayîn.    Parêzerê rojnameger Olçen û dozger xwestin ku kêmaniyên di dosyayê de bên derbaskirin. Li ser vê yekê şandeya dadgehê jî biryar da ku dê li benda girtina Olçen bisekinin. Danişîna dozê taloqî 30’ê gulanê hat kirin.