Dîmenên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê 2022-02-02 13:27:49 NAVENDA NÛÇEYAN – Encamên rûxîner ên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Mexmûr, Şengal û Dêrikê her ku diçe bêhtir zelal dibin. Di êrişa li ser Şengalê de texrîbateke mezin çêbûye û Teyrê Tawis  jî di nav de ku bo civaka êzidî pîroz e, gelek zîndiyên din jî hatine kuştin.   Balafirên artêşa Tirkiyeyê di nîvşeva 1’ê Sibatê de bi awayekî hemwext Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal û bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin. Rûxîneriya ku bombebarana hêzên Tirkiyeyê rê li ber vekirî hêdî hêdî zelal dibe.    ÊRIŞ BI SAETAN DOMIYA   Êrişa li ser Şengalê saet di 22.00’an de dest pê kir û heta derengiya şevê bi qasî 4 saet û nîvan berdewam kir. Tê gotin ku ji sala 2017’an heta niha mezintirîn êrişa hewayî ya Tirkiyeyê şevê din hat kirin. Gelek balafirên şer û yên biçek di êrişê de cih girtin. Hat zanîn ku gelemperî jî herêmên stratejîk ên weke Amûd û Çilmêran ên Şengalê bûn hedefa bombaranê.    DÎMENÊN HILWEŞÎNÊ   Di dîmenên hatine bidestxistin de xuya dibe ku ne tenê mirov û derdor, her wiha zîndewarên li herêmê jî bûne qurbaniyên vê êrişa giran. Weke ku tê zanîn Teyrê Tawis ji bo civaka êzdî çûkekî pîroz e û di êrişan de Teyrê Tawis  jî hatin qetilkirin. Her wiha di dîmenan de alayên Iraqê yên şewitî, kevirên dîwaran ên li derdorê belav bûyîn, dîwarên hilweşiyayî û darên şewitîn xuya dikin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev êriş piştî hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî bi Sefîrê Tirk ê Iraqê Alî Riza Guney re hatiye kirin.