Li Edîrneyê 9 penaber ji sermayê jiyana xwe ji dest dan 2022-02-02 14:22:12   EDÎRNE – Li navçeya Îpsala ya Edîrneyê ku li ser sînorê Yewnanistanê ye, 9 penaberan ji sermayê jiyana xwe ji dest dan.   Walîtiya Edîrneyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundê Paşakoy ê navçeya Îpsala ya Edîrneyê, 9 penaberan ji sermayan jiyana xwe ji dest daye. Walîtiyê da zanîn ku penaberên jiyana xwe ji dest dayîn, ji hêla Yewnanistanê ve hatine dersînorkirin.    Daxuyaniya walîtiyê ya derheqê bûyerê de wiha ye: “Di 2’yê sibata 2022’yan de li gundê Paşakoy ê Îpsala yê Edîrneyê, 9 penaberên ku ji hêla Yewnanan ve hatine dersînorkirin, ji sermayan jiyana xwe ji dest dane. Penaberekî ji sermayan diqerisî jî hatiye xelaskirin û veguhestine Nexweşxaneya Dewletê ya Keşanê. Ji bo ku alîkariya tibî bidin penaberên li herêmê, xebatên me yên lêgerînê berdewam in. Têkildarî mijarê lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin.”   Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî derheqê mijarê de li ser medyaya civakî peyamek parve kiribû û digot ku 12 penaberan jiyana xwe ji dest daye.