Dadgeha Îstînafê dosyeya îşkenceya li Xelfetiyê dabeş kir 2022-02-02 15:16:59   RIHA – Dadgeha xwecihî ya Rihayê ceza li 14 kesên ji dosyeya Xelfetî dihatin darizandin birîbû. Dadgeha Îstînafê jî cezayê hin kesan erê kir û cezayê hin kesan jî xera kir.    Li gundê Derto yê bi ser navçeya Xelfetiya Rihayê ve di 18’ê gulana 2019’an de leşkeran îşkence li gundiyan kiribû û wan binçav kiribûn. 8 jê girtî derbarê 17 kesan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “rêveberina rêxistinê” doz li wan hat vekirin. 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê di 25’ê hezîrana 2021’an de ceza li van kesan birîbû. 4’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Îstînafa Dîlokê derbarê dozê de biryara xwe eşkere kir.   Dadgeha Rihayê derbarê sê kesan de biryara beraetê dabû û li yên mayî jî ceza birîbû. Dadgeha Îstînafê cezayê li Celal Yildirim, Fahrettîn Alakuş, Cindî Zencîrkiran,Omer Gul û Vakkas Kiliç hatibû birîn di cih de dît û cezayê li Gazeley Alakuş, Fatma Alakuş, Mehmet Hayrî Çiftçî, Sariye Gumuş, Niyazî Gumuş û Rûken Denîz jî hatibû birîn xera kir. Dadgeha Îstînafê ji nû ve dosyeyên cezayê wan hat xerakirin şand dadgeha xwecihî.