ÎHD: Di xwarinên girtîgehan de kêzik derdikevin 2022-02-02 15:27:02   ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê bi daxuyaniyekê binpêkirinên mafê xwarin û vexwarina bitendurist parve kir û da zanîn ku di nava xwarinên girtiyan de xîz û kêzik derdikevin. ÎHD’ê xwest ku ji bo parastina mafê jiyan û tenduristiyê yê girtiyan hewceye rêyên çareseriyê bên peydakirin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê têkildarî binpêkirina mafê xwarin û vexwarinê yên li girtîgehan, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek axivî û diyar kir ku ji ber binpêkirina mafê xwarinê, gelek nexweşiyên giran derdikevin. Çîçek destnîşan kir ku pêvajoya pandemiyê rewşa heyî hêj bêhtir giran dike û banga bidawîkirina van binpêkirinan kir.    ‘XWARIN Û VEXWARIN MAFEKÎ BINGEHÎN E’   Piştre jî Diyetîsyen Dîcle Dîlan Salman ku li girtîgehan derheqê pirsgirêkên xwarin û vexwarinê de xebatan dimeşîne axivî û metna çapemeniyê xwend. Salman got ku xwarin û vexwarin mafekî bingehîne û wiha domand: “Dewlet bêyî ku ferq û cudahiyê têxe navbera wan, neçare ku vî mafê hemû hemwelatiyên xwe bi cih bîne. Di pîvanên NY’ê de ev maf hatiye mîsogerkirin.”    ‘XUREKÊN BITENDURIST NAYÊN DAYÎN’   Salman da zanîn ku bi şêwirmendiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) xebatek meşandine û ev agahî dan: “Di hevdîtinên me de xuya bû ku mafê xwarin û vexwarinê yê girtiyan tê binpêkirin, baş naxwin, baş venaxwin û tenê ji bo ku nemirin xwarin jê re tê dayîn. Xurekên bitendurist nayên dayîn û gelemperiya wan jî dema wan derbas bûye. Hem xwarinên nebaş tên dayîn û hem jî di nava xwarinan de bizmar, pansûmana destan, xîz, kêzik, mûyên porê û hwd derdikevin.”   ‘DEWLET NEÇARE KU ÇARESERIYEKÎ PEYDA BIKE’   Salman axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di encama xebata me de xuya bû ku biqasî tê xwestin proteîn û vîtamîna D’yê nadin girtiyan. Girtiyên bi zarokên xwe re dibînin jî ji bo zarokên xwe şîr û tiştên din peyda nakin. Girtiyên nexweş jî nikarin xurekên pêwîst peyda bikin. Dewlet neçare ku derfetên xwegihandina xurekên bitendurist bide girtiyan. Ji bo parastina mafê jiyan û xurekên bitendurist, divê dewlet çareseriyeke mayînde ji bo girtiyên nexweş û zarokan peyda bike. Heta ku çareseriyek tê dîtin, em ê van daxwazên xwe bînin ziman û bi raya giştî re parve bikin.”