Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê ji bo mafê zarokan têbikoşin 2022-02-02 15:32:22   ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a HDP’ê Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku ji ber kiryar nayên cezakirin îstîsmarkirina zarokan zêde dibe û ew ê ji bo mafên zarokan têbikoşin.    Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser îstîsmarkirina zarokan. Ji Navenda Mafê Zarokan a Baroya Wanê Medenî Gur, ji Komeleya Mafê Mirovan Adnan Vural û Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Sîmge Yardım beşdarî daxuyaniyê bûn.   Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a HDP’ê Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku ew li benda îqtidarê ne polîtîkayên ji bo mafê zarokan bibe alîkar hilberînin. Kaçmaz anî ziman ku bûyerên îstîsmarê yên li dijî zarokan zêde bûne û îstîsmarkirina zarokan yek ji wan rojevên ku ku dilê xelkê dişewitîne ye. Kaçmaz destnîşan kir ku bûyerên îstîsmarê li dibistanan, wargehan gelek pêk tên û divê bi vê meseleyê re hevrûbûyîn were kirin û got: “Her saziyek dewletê muxatabê vê hevrûbûnê ye. Sazî, îqtidar û daraz ne li cem zarokan ango mexdûran disekine, li ba kiryaran disekine. Ji ber polîtîkaya bêcezatiyê tê sepandin, kiryar tên beraetkirin, berdan û xelatkirin. Lewma jî her roja ku diçe bûyerên îstîsmarê zêde dibin. Divê kiryar heasb bidin civakê. Lê em jî li vir gazî dikin û dibêjin, em ê heta dawiyê ji bo mafên zarokan û mafên wan hatine desteserkirin têbikoşin.”    Beşdarên din jî ku tevlî civînê bûn derbarê mijarê de bi kurtasî axivîn û nêrînên xwe anîn ziman.