Astengkirina muzîka kurdî li Wanê hat protestokirin 2022-02-02 15:44:25   WAN - Li Wanê gelek kes li hev civiyan û astengkirina muzîk kurdî ya li Kolana Îstîklala Stenbolê protesto kirin. Polîsan destûr neda çalakiyê, girseyê jî stran gotin û helwesta polîsa şermezar kirin.    Li Kolana Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê di 29’ê çile de polîsan stranbêjên kurd ên stranên kurdî digotin, asteng kirin û wan binçav kiribûn. Kesayet, sazî û dezgehên kurdan li dijî vê yekê derketin û şermezar dikin. Li Wanê jî hunermend û rêveberên HDP’ê û DBP’ê li hev kom û xwestin astengkirina stranên kurdî protesto bikin. Polîsan destûr neda çalakiyê. Girseyê bi fîkandinê û stranan nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan dan. Heseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun axivî û bal kişand ser astengiyên li hemberî stran û zimanê kurdî.    Karakoyun a ku ji aliyê polîsan ve bênavber axaftina wê hat astengkirin wiha got: “Zimanê me nasname û hebûna me ye.”    Girseyê stran gotin û fîkandin û helwesta polîsan protesto kirin û pişt re çalakî bi dawî bû.