Dadgehê ceza li malbatên qurbaniyên Roboskî barand 2022-02-02 16:14:57   AMED - Di doza derbarê lêdana qeymeqamê Qilebanê Naîf Yavûz yê wê serdemê çûbû Roboskî de hat vekirin, 170 hezar lîre û nêzî 30 sal ceza li malbatên Roboskî hat birîn.    Li gundê Roboskiyê ya bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve balafirên şer ên Tirkiyê di 28’ê Kanûna 2011’an de êrişî welatiyên ji qaçaxiyê dihatin kiribûn û 19 jê zarok 34 şêniyên ji gund hatin qetilkirin. Qeymeqamê Qilebanê Naîf Yavûz ê wê serdemê di 31’ê kanûna 2011’an de çûbû gund û malbatên qurbaniyan lêdabûn. Ji ber vê lêdanê derbarê 31 xizmên qurbaniyan de bi îdiaya “hewldana kuştina bi qestî” û “birîndarkirina bi qestî” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê derbarê 9 kesan de biryara beraetê da û li 22 kesan jî 170 hezar lîre pere û nêzî 30 salan cezayê hepsê birî.    Di danişînê de biryar hat dayîn ku dosyeya Farûk Encu yê derbarê wî de biryara girtinê heye ji dosyeyê were veqetandin. Abdullah Kaplan, Alî Bayram, Erşat Edîş, Fazil Yaman, Gazî Ozer, Mehmet Azîk, Mesut Paksoy, Omer Uren û Selehattîn Urun hatin beraetkirin.    Cerdevanên ku bersûc bûn jî Tevfik Babat, Reşît Babat, Îsmaîl Babat, Şefîk Babat, Mahmut Çabuk û Huseyîn Babat jî ji dozê hatin beraetkirin.