Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan 2022-02-02 19:30:08   NAVENDA NÛÇEYAN - QSD'ê têkildarî êrişên hewayî yên li Dêrikê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 4 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dane û 5 welatî jî birîndar bûne.   Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li Kampa Mexmûr, Şengal û bajarên Dêrik û Şehbayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek gund hatibûn bombeberankirin.   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişên hewayî yên li Dêrikê de daxuyanî da.    Daxuyaniya QSD'ê bi vî awayî ye:   "Êrişên fireh ên çeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li ser girtîgeha Hesekê, bi plan û destekdayîna dewleta tirk a dagirker bû. Lê ew êriş ji hêla hêzên me ve û bi hişyarbûna gelê herêmê hatin têkbirin. Lê hêz û gelê me di salvegera rizgarkirina Kobanê ew êriş têk birin û derbeyeke duyemîn li dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê da.   Ji bo pêkanîna qezencan ji wan êrişan û da ku alozî li herêmên me pêk werin, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê hemwextî êrişên li ser girtîgeha Hesekê, êrişî Til Temir, Eyn Îsa û herêmên din kirin. Lê hêzên me ew êrişên dagirkeriyê jî têk birin.   Dewleta Tirk a dagirker tu armanc ji êrişên li ser Hesekê, Til Temir û Eyn Îsayê pêk neanîn, lê pişt re Koalîsyona Navneteweyî asîman li pêş wê vekir. Di 1’ê Sibatê de, saet di 10:00’ê êvarî de balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker stasyona kehrebê ya li Gir Kendal ê nêzî gundê Teqil Beqil ê Dêrika Hemko bombebaran kir. Di encamê de stasyonê hate rûxandin û 4 şervanên me ku parastina stasyonê dikirin şehîd bûn û 5 karkerên sivîl birîndar bûn.   Di vê êrişa hewayî ya dagirkeriyê de heval Siyamend Efrîn, Xemgîn Efrîn, Şiyar Kobanê û Mihyedîn Dêrik şehîd bûn.   Dewleta Tirk a dagirker dîmena oxirkirina cenazyên şehîdên me ku bi lehengî li dijî çeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li Hesekê tehemûl nekir û her wiha hevgirtina girseya gel li dora şehîdan û doza xwe jî tehemûl nekir.   Eşkere ye ku êrişên dewleta tirk a dagirker bêyî agahiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk nehatine, di encamê de welatî, gund, avahî û karker tên hedefgirtin. Bi wê yekê re dewleta tirk a dagirker hewl dide ji bêdengiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî êrişên xwe rewa bike.   Em QSD’ê li hember van êrişan bê deng namînin û dê dewleta Tirk a dagirker li ser vê bêserûberiya êrişan muhasebe bikin."