Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome 2022-02-02 20:21:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundên Til Temir, Girê Spî, Zirgan û Minbicê bombebaran kirin.    Bombebarana Tirkiyeyê ku duh li ser Şengal, Kampa Mexmûrê û bajarê Dêrikê dest pê kiribû, li ser gundê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî didome.    Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), gundên Til Temirê Ûm El Kêf, Til Cûma, Tewîle, Fozeliyê û Til Şenan hatin bombebarankirin. Li gundê Ûm El Kêfê ji hêzên hikûmeta Şamê Diyab Qirbêsa yê 23 salî birîndar bû.    Gundên Girê Spî Erîda, Zenûbiya û Evdiko Biçûk û gundê Goşan ê Eyn Îsayê hatin bombebarankirin. Di heman wextî de derdora rêya M4'ê jî hat bombebarankirin.   Gundên Minbicê Yalinlî û Seyade jî hatin bombebarankirin. 19 guleyên hewanê li van her du gundan ketin. Li gor agahiyên Meclîsa Eskerî ya Minbicê 14 guleyên hewanê li gundê Seyade û 5 gule jî li gundî Yalinliyê ketine.    Bombebaran didome.