Berteka NY'yê: Tirkiye sivîl hedef girtin 2022-02-02 21:31:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnertiya NY'yê ya Iraqê bertek nîşanî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li ser Şengal û Mexmûrê dan û diyar kir ku di êrişan de sivîl hedef hatine girtin û sivîl jiyana xwe ji dest dane.   Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a Iraqê têkildarî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li ser Şengal û Mexmûrê daxuyanî da.   Dewleta tirk duh bi şev bi balafiran êriş biribû ser Şengalê û Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr). Li Şengalê 21 dever hatibûn bombebarankirin û di vê bombeberanê de 3 sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û sivîlek jî birîndar bûbû. Gelek derdoran bertek nîşanî van êrişin dewleta tirk dan.   Nûnertiya NY'yê ya Iraqê jî di hesabê xwe yê twîtterê de daxuyand ku Tirkiye sivîl hedef girtine û got: "Di êrişên hewayî yên li ser Nînovayê de sivîlan jiyana xwe ji dest da. Em careke din dubare dikin ku divê rêz û hurmet ji bo serwerî û yekpareyiya axa Iraqê hebe. Divê gelê sivîl bê parastin û nelihevkirin bi rêya diyalog û tevkariyê bên çareserkirin."