Li Şirnexê eskerek mir 2022-02-02 22:05:08     ŞIRNEX - Li Cizîrê li Qereqola Hidûd eskerek mir.    Li Qereqola Hidûd a di navbera navçeyên Şirnexê Cizîr û Silopiyayê de eskerê bi navê Tarik Tarcan mir.   Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê di malpera xwe ya fermî de ragihand ku di meha Sibatê de esker Tarik Tarcan miriye. Wezaretê aşkere nekir bê ka esker Tarcan çawa miriye.