ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2022'YAN 2022-02-03 09:00:32 * Li navçeya Halîliye ya Rihayê esnafan ji bo bertek nîşanî fatûreyên ceryanê yên giran bidin li kolan û kuçeyan pankart daliqandibûn. Polîsan pankarta esnafan daxist. Esnafan bertek nîşan da û got: "Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?"  * Bi bihabûna fiyetan re kîsê êm yê 50 kîloyî bû 250 TL, tona kayê bû hezar û 500 TL. Waniyên sewalvaniyê dikin anîn ziman ku ji ber krîza aborî û bihabûna fiyetan êdî nikarin sewalvaniyê bikin.    * Li navçeya Şax a Wanê cerdevan Osman O., dest dirêjî du keçên xwe kiriye. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku cerdevan Osman O. yê hatiye girtin, gef li zarokên xwe û dayika wan xwariye ku tiştekî nebêjin.    * Li Mêrdînê jina ku du meh berê çawîşê pispor Mehmet Mûstafa Y. nas kiriye, piştî çawîşê pispor gefan lê dixwe diçe qereqolê giliyê wî dike. Li qereqolê polîs di ber wê dane û nehiştine gilî bike. Piştî vê jinik diçe serdozgeriya komarê giliyê çawîş dike. Dozgerî jî bêyî ku îfadeya esker bigire derbarê wî de biryara dûrxistinê dide.    * Endamê Komîteya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslîm anî ziman ku komploya li hemberî Rêberê PKK Abdullah Ocalan komploya li dijî hemû gelan e û got: "Yê ku li Îmraliyê tê tecrîdkirin tenê ne Birêz Ocalan e, gelê kurd û dostên wan e."    * Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 332'yemîn de berdewam bike.    * Danişîna 9'emîn a Doza Kobanê wê di roja 3'yemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00-17.00)   * Danişîna doza ku li Rojnameger Mehmet Şahîn hatiye vekirin wê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)   * TUÎK'ê wê daneyên enflasyonê yên meha çileyê aşkera bike. (10.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, wê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapameniyê ya heftane pêk bîne. (11.00) ZINDΠ   * Rêxistinên jinan, wê derbarê plansaziya 8'ê Adarê de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a navçeya Şîşliya Stenbolê civîna çapameniyê li dar bixin. (12.00)   * Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan, çalakiya xwe ya nobedê ku derbarê girtiyên nexweş de li ber Saziya Tîpa Edlî (ATK) ya Yenîbosnayê li dar dixe, wê di hefteya duyemîn de berdewam bike. (13.00) ZINDΠ   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amed û Wanê dê bidomin. (13.00-16.00)   * Endamên Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP), ji bo giritya nexweş Aysel Tûglûk li Postaneya Yenîşehîrê qertên piştevaniyê bişînin. (13.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, di çarçoveya amadekariyên xwe yên kongreyê de wê li navçeyên Çîglî û Torbaliyê hevdîtinên gel li dar bixe. (14.00-15.00)