Cerdevan Osman O. dest dirêjî du keçên xwe kiriye 2022-02-03 09:10:31 WAN - Li navçeya Şaxê ya Wanê cerdevan Osman O., dest dirêjî du keçên xwe kiriye. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku cerdevan Osman O. yê hatiye girtin, gef li zarokên xwe û dayika wan xwariye ku tiştekî nebêjin.  Li navçeya Şaxê ya Wanê cerdevan Osman O. di navbera sala 2018'an û 2019'an de dest dirêjî keçeke xwe ya 8 salî û keçeke xwe ya 14 salî kiriye. Osman O. ku ji bo zarokên wî tiştekî nebêjin bi çekê gef li wan xwariye, bi awayekî sîstematîk destdirêjî zarokên xwe kiriye.    Hevjîna Osman O. di sala 2018'an de bi çavê xwe dibîne ku Osman O. dest dirêjî keça wê ya 14 salî kiriye. Piştî vê ji keça xwe dixwaze tiştên hatine serê wê bibêje. Lê keça wê ji ber gefên bavê xwe ewilî nexwestiye tiştekî bibêje. Piştî ku Osman O. dev ji destdirêjiyê bernade, vê carê zarok tiştên hatine serê wê ji dêya xwe re dibêje. Zaroka 14 salî ji dêya xwe re dibêje, bavê wê dest dirêjî wê kiriye. Piştî vê dêya wê hewl dide giliyê Osman O. bike. Lê Osman O. jî bi çekê û kêrê gefan lê dixwe. Osman O. ku bi çeka cerdevantiyê û bi mirinê gefê lê dêya zarokan dixwe, jê re dibêje ger tiştekî bibêje dê wê bikuje.    HAT GIRTIN   Piştî ku dayik gilî nake, Osman O. vê carê dest dirêjî keça xwe ya 8 salî jî dike. Piştî ku zaroka 8 salî jî tiştên hatine serê wê ji dêya xwe re dibêje, dayik di 25'ê Cotmeha 2021'ê de giliyê Osman O. dike. Osman O. tê binçavkirin û di 26'ê Cotmeha 2021'ê de ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Şaxê bi sûcên "destdirêjiyê" û "gefaxwarina bi çekê" tê girtin.    ÎDIANAME HAT AMADEKIRIN   Derbarê Osman O. de bi sûcên "destdirêjî" û "gefxwarina bi çekê" îdianame hat amadekirin. Îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê hat amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Wanê jî qebûl kir.    Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku cerdevan Osman O. "destdirêjî" her du zarokên xwe kiriye û bi "çekê gef li hevjîna xwe xwariye."    Di dîianameyê de îfadeya zarokan û dayikê heye.    Dayik di îfadeya xwe de diyar kiriye ku piştî texmîn kiriye Osman O. dest dirêjî keçên wê kiriye, Osman O. gef lê xwarine û gotiye "ez ê te bikujim." Dayika her du zarokan, bilêv kiriye ku ji tirsa newêribûye giliyê Osman O. bike û ji ber vê bi salan ezab kişandiye, lê paşê biryar daye ku giliyê wî bike.    Di îdianameyê de keça 14 salî jî gotiye ji tirsa bavê xwe tiştek negotiye û paşê giliyê wî kiriye. Zaroka 8 salî jî gotiye bavê wê gelek caran dest dirêjî wê kiriye.    DANIŞÎNA EWIL   Danişîna ewil a cerdevan Osman O. dê di 29'ê Adara 2022'yan de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Wanê bê lidarxistin.    MA / Adnan Bîlen