Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû 2022-02-03 10:24:32 STENBOL - Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku piştî biryara binpêkirinê ya DMME’yê divê dosyeyên hemû dozên siyasetmedar jê tên darizandin werin betalkirin û bi vê biryarê re hemû nîqaşên doza girtina HDP'ê jî têk çûne.  Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), di rakirina destnedayîna 40 parlamenterên HDP'ê û darizandina wan de biryara binpêkirinê da. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û Hevserokên niha Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî di nav de derbarê rakirina destnedayîna 40 parlamenteran de vê biryarê da.    Em bi Cîgira Seroka Giştî ya Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH) Reyhan Yalçindag ku serlêdanên siyasetmedarên HDP’ê yên li DMME’yê kiriye û biryara binpêkirinê ya DMME’yê daye axivîn.    SERKEFTINA HDP’Ê YA HILBIJARTINÊ    Yalçindag hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîrana 2015'an bi bîr xist û got: "Piştî ku HDP'ê 80 parlamenter bi dest xist, li hemberî vê û îktidarê yên ji bo qebûlnekirina hilbijartinê nerazîbûn nîşan da. Pişt re hilbijartina 1'ê Mijdarê pêk hat û HDP vê carê bi 59 wekîlan ket Meclisê. HDP'a ku carek din bendê hilweşand, bû hedefa îktidarê. Nehat qebûlkirin ku siyaseta HDP'ê li Meclîsê derkeve holê û siyasetê bidomîne. Her tim nîqaş li ser çawaniya ji holê rakirina wê, derxistina wê ji siyasetê hat kirin.”    DESTNEDAYÎN HAT RAKIRIN    Yalçindag rakirina destnedayîna parlamenterên HDP’ê ya di 20’ê Gulana 2016’an de bi bîr xist û wiha got: “Bi binpêkirina Destûra Bingehîn re destnedayîn hat rakirin. Li gel ku HDP'ê wê rojê got li dijî Destûra Bingehîn e jî, destnedayîna ji 59 parlamenteran a 55 parlamenteran hat rakirin. Piştre rapor hatin dagirtin. Di meha Mijdarê de jî wekîl tevî hevserokan hatin girtin. Xwestin bi vê operasyonê siyaseta kurd tasfiye bikin.”    ‘DIVÊ DOSYE WERIN BETALKIRIN’    Yalçindag destnîşan kir ku biryara DMME’yê tê wê wateyê ku destnedayînên ku bi guhertina Destûra Bingehîn a demkî hatine rakirin, betal in û li dijî biryara DMME’yê ne û got: "Di vê biryarê de tê gotin ku pêvajoya 'rakirina destnedayînan' li dijî DMME'yê ye. Ev biryar jî biryara dawî ye. Biryara DMME’yê 3 meh îtîrazê li Dadgeha Mezin a DMME’yê nake. Ev biryarek e ku ji roja hatiye weşandin ve Tirkiyê eleqedar dike. Pêwîste hemû dosyayên ku di binçavan de ne bên betalkirin, yên ku bi dawî bûne li Dadgeha Destûra Bingehîn û yên ku li Dadgeha Cezayê Giran, Îstînafê û dadgehên asayî berdewam dikin jî bên rakirin. Hincetên qanûnî yên ji bo pêvajoyek ku ji destpêkê ve mirî ne û nikare bigîhîje armanca xwe. Ji ber vê sedemê weke Doza Kobanê bi sedan dosyayên ku berdewam dikin, ji ber ku biryara DMME’yê girêdayiye divê demildest bên rakirin.”   ‘KESÎ GUH NEDA ME’    Yalçindag anî ziman ku biryara DMME’yê derbarê rakirina destnedayînan de jî nediyarbûnek derdixe holê û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê ya ku heta niha çi bû bûye. Piştî wê pêvajoya heyî bi mantiqa berdewamkirinê nikare bimeşe. Bi salan me bi daxwaznameyên nivîskî ji dadgehan re got, bi saetan em axivîn. Me di rûniştinan de bi devkî îfade kir. Me got wê sibe rojekê hilweşe. Hesab nedan me, guh nedan me. Em dev ji dewleta hiqûqê berdin, mixabin em hatine van rojan ji ber ku hiqûq hatiye binpêkirin. Ji niha û pê ve di her firsendê de rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP’ê, di her firsendê de zextên darazê û krîmînalîzekirin jî wê bibe bersiv.”    ‘NÎQAŞÊN GIRTINA HDP’Ê TÊK ÇÛN’    Yalçindag destnîşan kir ku bi vê biryarê re doza girtina HDP'ê û Doza Kobanê pûç bûye û wiha axivî: "Ji ber ku hat eşkerekirin ku bi vê biryarê hemû siyaseta HDP'ê hedef hatiye girtin, hemû nîqaşên dosyaya girtinê têk çûn. Herî dawî polîtîkaya ku cuda difikire, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd diparêze û destkeftiyên pêvajoya çareseriyê hembêz dike, tê xwestin ku ji holê bê rakirin. Li şûna wê mejiyê rêveberiyê heye ku dixwaze bê kurd, bê HDP, bêyî mûxalefeteke rast siyasetê bimeşîne. Ev biryar bersiva gotinên CHP'ê yên nedestûrî ye lê 'erê' ye. Ev biryar ji bilî partiya desthilatdar û hevkarê wê MHPê, partiyên siyasî yên li Meclisê û yên ne li Meclisê ne jî eleqedar dike. Niha jî divê helwestê xwe nîşan bidin û her carê êdî siyaseta HDP’ê weke partiyeke siyasî ya ku nayê tehamûlkirin, rawestînin. Me wê demê got. Ev ê ji DMME’yê vegere, nekin, şerm e. Tişta ku li vir tê îsrafkirin, baweriya bi qanûn, bawerî û ewlehiya mirovan e. Hêvîdarim tavilê rê û rêbazeke edlî were tercîhkirin. Wekî din dem winda dibe, hêvî winda dibe, baweriya bi hiqûqê bixwe jî winda dibe. Em hêvîdar in ku biryar were sepandin û bi hemû encamên xwe hatine tespîtkirin were rakirin. Em hêvîdarin ku wê biryara betalkirina hemû dosyeyan were dayîn.”    MA / Bêrîvan Altan