Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir 2022-02-03 10:57:57 NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Seyît Evran pêvajoya beriya êrişê û piştî êrişê nirxand û da zanîn ku Tirkiyeyê ev êriş bi erêkirina DYA’yê û bi hevkariya PDK’ê kiriye. Di 1‘ê sibatê de gelek balafirên şer ji 8’emîn Fermandariya Baregeha Jetan a Amedê rabûn û bombe li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal, Dêrikê û herêmên Şehbayê barandin. Bombebarana li Şengalê bi saetan berdewam kir û 21 dever hatin bombebarankirin. Di encama bombebaranan de li Mexmûrê 2, li Şengalê 3 û li Dêrikê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Têkildarî mijarê rojnameger Seyît Evran bi ajansa me re axivî.   BERIYA ÊRIŞÊ    Seyît Evran diyar kir ku beriya êrişan, di 23’yê çileyê de Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî û Sefîrê Tirk ê Iraqê Alî Riza Guney li Bexdayê hevdîtin kiribûn û wiha got: “Di şeva êrişê de Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî bi Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê DYA’yê Jake Sullivan re li ser telefonê axivî. Rojek piştî êrişê jî Erdogan bi Nêçîrvan Barzanî re li Enqereyê civiya. Van geşedanan rê li ber gelek pirsan vekirin.”    XEYALA ‘DAGIRKERIYÊ’   Evran da zanîn ku Erdogan ji 2021’ê heta niha her tim gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û wiha domand: “Erdogan ji bo dagirkirina Kobanê û herêmê gelek xebatên dîplomatîk kirin. Lê tevî hemû hewldanên jî destûra dagirkirinê nedan Erdogan. Lê belê destûr dan ku bi awayên cuda êrişan bike. Ji xwe bi gotina ‘em ê têkoşîna xwe bi rê û rêbazên cuda bimeşînin’ jî vê rastiyê vedibêje. Ev rê û rêbaz jî bi kar anîna DAIŞ û komên çeteyan e. Plana yekemîn DAIŞ bû. Ya duyemîn jî înfazên bi SÎHA’yan bû. Ya sêyemîn, heke bikare bi awayekî veşarî dê êrişî hin deveran bike. Êrişên li hemberî Eyn Îsa û Til Temirê çend mînakên ji van êrişan e. Li van herêman exlebe suryan û ereb dijîn. Anku êriş ne tenê li dijî kurdan e.”    PLANA DAIŞ’Ê   Di berdewamê de Evran destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê plana DAIŞ’ê xistin meriyetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrişa li dijî Hesekê, planeke mezin bû. Li çavrêya serkeftina DAIŞ’ê bûn. Lê DAIŞ têk çû û Erdogan bi xwe kete dewrê û êrişî Mexmûr, Şengal, Dêrik û Kobanê kir. Di heman kêliyan de liv û tevgera SÎHA’yan li ser xeta Qamişloyê hebû, gundên Eyn Îsa û Til Temirê topbaran dikirin û heta saet 00.00’an jî êrişî gundên Samuka û Helbîr ên Şehbayê û Bendavê Şehbayê dikirin. Anku êrişên plankirî bûn. Bi kurtahî, bi têkçûna DAIŞ’ê re Tirkiye û hevkarên wê ketin dewrê.”    ÊRIŞÎ CIHÊN PÎROZ KIRIN   Evran daxuyand ku deverên hatine bombebarankirin bi zanebûn hatine hilbijartin û wiha pê de çû: “Li devereka Şengalê Teyrê Tawis jî kuştibûn. Ev teyr ji bo civaka êzdî pîroz e. Hemû kes dizane ku ev dever, herêmên sivîlan in. Hêviya wan a ji DAIŞ’ê pêk nehat û bi SÎHA’yan li Kobanê sûîqest kirin. Ew jî nebû. Bi têkçûna DAIŞ’ê re planeke nû ya komkujiyê xistin meriyetê. Ev êriş ji bo tolhildana DAIŞ’ê hatin kirin.”   TÊKILIYA WAN A BI KOMPLOYÊ RE    Piştre jî Evran bal kişand ser şeva êrişê û ev nirxandin kir: “Di şeva ku Viyan Soran ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan çalakî pêk anî, ev êriş kirin. Bi vê yekê aşkere dibêjin bê ka dê meha komployê çawa derbas bibe. Li Hesekê nekarîn ser bikevin, lewma jî xwestin êrişên din kirin. Divê hêzên navdewletî vê rastiyê bibînin. Di nezera wan de DAIŞ terorîst e lê Erdogan ji bo têkçûna wan aciz e û xwest tolê hilîne. Di êrişê de berpirsyariya DYA û hemû hêzên navneteweyî heye. Ji ber ku qada hewayî di destê wan de ye. Lewma êriş bi erêkirina wan çêbû ku bêdengiya wan jî nîşaneya vê erêkirinê ye.”    ROLA PDK’Ê   Evran qala hevdîtina Kalin û Sullivan a li ser telefonê jî kir û wiha got: “Di vê hevdîtinê de destûr ji DYA’yê girtin. Nexwe bila DYA bila bi daxuyaniyekê vê êrişê şermezar bike û pêşî li êrişan bigire. A din, pozîsyona PDK’ê ji xwe diyar e. Bi vekirî dijminatiya Şengal û Rojava dikin. Ji tîrmeha 2019’an heta niha ambargo danîne ser Mexmûrê. Jixwe aşkere bûbû ku gelek koordînatên êrişên dewleta tirk ên li ser Mexmûrê, PDK’ê dayîne MÎT’ê. Li zimanê dayîna nûçeyan êrişê ya K24’ê binêrin ku ev berdevkiya PDK’ê dike. Dibêje, ‘Noqteyên PKK’ê yên li Mexmûr, Şengal û Rojava hatin bombebarankirin.’ Tiştên ku MÎT’ê negotibûn, PDK dibêje. Tiliya PDK’ê raste rast di vê êrişê de heye. Tiliya hinek hêzên Iraqê jî di êrişê de heye. Lê gelê Iraqê û derdorek li dijî van êrişan bi berteke.”    ÊRIŞÎ 3 NOQTEYAN KIRIN   Rojnameger Evran got ku Tirkiyeyê êrişî sê deverên sembol kirine û wiha daxuyand: “Cihê ewil Mexmûr e. Ji ber zilm û zordariya Tirkiyeyê, ji 30 hezar kesan tenê 14-15 hezar kes li wir man e û ev dever di bin mîsogeriya NY’ê de ye. Xelkê Mexmûrê tu carî li hemberî Tirkiyeyê serî netewand. Cihekî stratejîk e. Şengal yek ji deverên li herêma binîqaş e. Lê Şengal ji berê ve girêdayî Iraqê bû. Ji ber baweriya xwe, xelkê wê her tim rastî êrişan hatiye. Di 2007’ê de pêşmerge lê bi cih bûn. Siba Şêx Xidir û Til Ezêr du caran hatin teqandin û 400 Şengalî hatin qetilkirin. Piştre jî PDK’ê bi hincetên cuda pêşmerge li Şengalê bi cih kirin. Lê bi hatina DAIŞ’ê re vekişiyan û xelkê êzdî bi qetlîamê re rû bi rû hiştin.”   HESABÊN PDK’Ê    Bi domdarî Evran qala girîngiya Dêrikê kir û wiha pê de çû: “Mexmûr, Şengal û Dêrik nêzî hev in. PDK’ê pêşmergeyên xwe li ser Dêrikê vekişandibûn. Korîdora mirovî jî li ser Til Koçerê hatibû vekirin. Di hêla civakî de jî cihekî stratejîk e. Di hêla siyasî de jî cihekî girîng e. Her wiha jeopolîtîkaya wê bihêz e. PDK dixwaze li vir serwer be. Yek ji deverên ku herî zêde neft lê heyî jî Dêrik e. Ji demên berê ve hesabên PDK’ê li ser Dêrikê hene. Di van êrişan de PDK’ê bi vekirî hevkariya bi Tirkiyeyê re kir. Li her sê qadan jî tiliya wan di êrişê de hebû. Êriş, bi erêkirina DYA û hêzên navdewletî çêbûn. Nexwe bila derkevin û bertekan nîşan bidin. Bila bombebarankirina Tirkiyeyê ya li ser sivîlan qedexe bikin û zextê lê bikin.”   ‘DAWIYA ERDOGAN’   Rojnameger Seyît Evran axaftina xwe wiha xelas kir: “AKP di her qadê de têk diçe. Erdogan mîna findekî roj bi roj dihele. Hewl dide bi van êrişan teşe bide siyaseta navxweyî. Armanca esasî ya Erdogan înkarkirin û tunekirina kurdan e. Naxwaze kit ji kurdan, êzdiyan û gelên din bimîne. Lê dê têk biçe. Bi êrişan diêşîne lê ev êş vediguhere hêrsê. Aqûbeta Erdogan jî dê mîna ya Sedam be. Teqez dê têk biçe. Li şûna maf, azadî û çareserkirina pirsgirêkan, bombeyan dibarîne. Ev kirin tevek jî dê li wî vegerin. Serkefin a berxwedêran e. Dê Erdogan winda bike.”    MA / Azîz Oruç