Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne 2022-02-03 11:24:05 AMED - Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku polîsan di serdegirtina komeleyê de dest danîne ser ewraqên wan û got: “Dozger û polîsan sûc kiriye. Kes nikare deriyê ÎHD’ê bişikîne.”  Polîsan vê sibehê bi ser avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ku li navçeya Yenîşehîrê ve girtin. Polîsan avahiyê dorpêç kir û li hundirê komeleyê dest bi lêgerînê kir. Hat zanîn ku serdegirtin bi hêceta ku Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê derbarê Rêveberê ÎHD'a Amedê Ferhat Berkpinar de daye destpêkirin pêk hatiye. Polîsan bi seatan komeleyê dorpêç kir û li hundirê wê lêgerîn pêk anî. Pişt re di çarçoveya lêpirsînê de Ferhat Berkpinar kirin binçavan û ew birin Semsûrê. Polîsan di serdegirtina komeleyê de dest danîn ser belgeyên komeleyê û li gel xwe birin.    Piştî serdegirtinê li avahiya ÎHD’ê daxuyanî hat dayîn. Rêveberên HDP, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û nûnerên rêxistinên sivîl hatin hewara ÎHD’ê û beşdarî daxuyaniyê bûn.      ZEYTÛN: KES NIKARE DERIYÊ ÎHD’Ê BIŞIKÎNE    Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn daxuyanî da û diyar kir ku di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê daye destpêkirin de polîsan bi ser koemeleya wan û mala rêveberê wan Ferhat Berkpinar de girtiye. Zeytûn destnîşan kir ku 35 sal in ÎHD ji bo parastina mafê mirovan têdikoşe û got: “Kes nikare xebatên parastina mafê mirovan sûcdar bike. Em niha nexwedî wê agahiyê ne ku çima serdegirtin û lêgerîn hatiye kirin. Li ser dosyeyê biryara sînordarkirinê heye û tu agahî nedana me. Di lêgerînê de dest danîn ser belge û ewraqên saziya me. Me şerhê xwe danî lê nekirin girtekê. Em dibêjin hem dozger hem jî polîsan sûc kiriye. Em ê di vê derbarê de jî giliyên pêwîst ên hiqûqî bikin.”    ‘EM Ê DEST JI XEBATÊN XWE BERNEDIN’    Zeytûn bal kişand ser têkoşîna parastina mafê mirovan a 35 sal in ku ÎHD dide û wiha got: “35 sal in bêrawestan ev komeleya me ji bo mafê mirovan dixebite. Komeleya me bi israr têkoşîna hiqûqî û maf dide. Kes nikare deriyê ÎHD’ê bişikîne û wisa bikeve hundir. Em carek din bi bîra van berpirsiyaran dixin, Gelek caran serdegirtinê wiha li ser komeleya me hatine kirin û hevalên me hatine binçavkirin lê me dest ji têkoşîna xwe berneda. Em ji van sûcdaran re dibêjin hûn nikarin wisa êrişî saziyek ku têkoşîna mafê mirovan dike bikin.”    EREN: EV DER NE KARGEH E, KOMELEYA MAFÊ MIROVAN E    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî axivî û got bi salan e ew şahidiya serdegirtin û lêpirsînên wiha dikin. Eren da zanîn ku ew qebûl nakin ku bi navbevynkariya kilîtçêker deriyê ÎHD’ê were vekirin û wiha got: “Destûr nehat dayîn ku ev rewş derbasî girtekê jî bibe. Bi ser mal û kargeha rêveberên ÎHD’ê Ferhat Berkpinar de girtine. Lê em dibêjin û bi bîra wan dixin, ÎHD ne kargehek e, ev komeleyek mafê mirovan e. Em qebûl nakin bêyî rêveberên komeleyê derî were vekirin û lêgerîn pêk were. Em ê îro li dijî vê îtîraz bikin. Em serdegirtina ÎHD’ê şermezar dikin.”    ABA: DIXWAZIN ÎHD’Ê BITEPISÎNIN    Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Mûrat Aba jî axivî û destnîşan kir ku bi ser avahiya saziyek ku 35 sal in têkoşîna mafê mirovan dide ve hatiye girtin û got: “ÎHD xwedî raboriyek qedîm e. Dixwazin ÎHD’ê bitepisînin. Em bi zextên li ser saziyên sivîl re rûbirû ne. Em ê van sepanên antîdemokratîk qebûl nekin. ÎHD her tim serbilind sekiniye û wê ji niha şûn ve jî xebatên xwe bidomîne.”