Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an 2022-02-03 12:26:38   EDÎRNE – Hejmara penaberên ku Yewnanistan destûra derbasbûna wan nade û li ser sînor ji sermayan jiyana xwe ji dest dayîn, bû 16.    Li devera Mandakoru ya gundê Paşakoy ê navçeya Îpsala ya Edîrneyê 22 penaberan xwestin derbasî Yewnanistanê bibin. Lê hêzên ewlehiya sînor ên Yewnanistanê destûr nedan û ji 22 penaberan 12’an jê ji sermayê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên penaberan ji Edîrneyê veguhestin Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosnayê.    Walîtiya Edîrneyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Walîtiyê da zanîn ku hejmara penaberên ji sermayê jiyana xwe ji dest dane derket 16’an. Balkêşe ku dema cenazeyên penaberan hatine dîtin, cil û bergên wan li ser nebûn.