Li Santrala Nukleerê kartên karkerên kurd hatin betalkirin 2022-02-03 13:08:34   MÊRSÎN - Kartên ketina kar ên karkerên kurd ku li Santrala Nukeerê ya Akkuyu dixebitin di bin navê “lêpirsîna ewlehiyê” de hatin betalkirin û dawî li karê 26 karkerên kurd hat anîn.    Santrala Hêzê ya Nukleerê ya Akkuyuya Mêrsînê (NGS) ku bi xesarê wê bide ekosîstemê û derdorê di rojevê de cihê xwe digire, vê carî jî bi cihêkariya nijadî ket rojevê. Ev demek e kartên ketina kar ên karkerên kurd tên betalkirin. Li gorî agahiyên ji karkerên li santralê dixbitin hatiye girtin, duh di bin navê “lêpirsîna ewlehiyê” de kartên ketina kar a 26 karkerên kurd hatin betalkirin.    Li gorî agahiyên ku karkerek nexwest ji ber ewlehiyê navê xwe eşkere bike da ajansa me, diyar kir ku li pey hev kartên karkerên kurd di bin navê “lêpirsîna ewlehiyê” ya Wezareta Karên Navxweyî tê kirin de hatine betalkirin. Karker destnîşan kir ku piştî Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di meha îlona 2021’an de li Mêrsînê di merasîma vekirina giştî de axiviye lêpirsînê dest pê kiriye û ji wê demê ve didome.    KARKER LI BER DERÎ PAŞ DE TÊN VEGERANDIN    Karker anî ziman ku heta niha nêzî 250 kartên karkerên kurd hatine betalkirin û got: “Her ku diçe hejmara karkerên kurd kêm dibe. Karkerên serê sibê çûn kar, ewlekaran ji wan re gotiye, ‘kartên we hatine betalkirin, hûn nikarin bikevin şantiyê’. Ji bilî vê tu agahî nedane karkeran û wan paş ve dizivirînin. Tenê ji me re dibêjin, ‘lêpirsîna ewlehiyê’ heye û kart hatine betalkirin.”