Doza Kobanê: Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe 2022-02-03 13:48:31 ENQERE - Endamê berê yê MYK'a HDP'ê Bulent Parmaksiz ku di Doza Kobanê de parastin kir, ev tişt got: "Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe. Azadî jî û felsefe jî bi teoriyê bi pêş nakeve."   Li Enqerê, 9'emîn danişîna Doza Kobanê di roja 3'emîn de li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hatiye avakirin, dest pê kir. Parlamenterên HDP'ê Mûazzez Orhan, Abdûllah Koç, endamên MYK'a HDP'ê, endam û rêveberên HDP'a Enqerê û gelek kes tevlî danişînê bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li danişînê amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Hin siyasetmedar hî hincet nîşan dan û tevlî danişînê nebûn.    Ji ber ku di danişîna beriya niha de parlamenterên AKP'ê li eywana danişînê wêne kişandibûn û ev bûbû sedema bertekan, heyeta dadgehê hişyarî kir ku li eywana danişînê qeydkirina deng û girtina wêneyan qedexe ye.    Piştî tespîtkirina nasnameyan danişînê dest pê kir û Endamê berê yê MYK'a HDP'ê Bulent Parmaksiz, li cihê ku lê mabû dest bi parastina xwe kir. Parmaksiz, di parastina xwe de nirxandinên siyasî kir û ev tişt got: "Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe. Azadî jî û felsefe jî bi teoriyê bi pêş nakeve."   Piştî parastinê heyeta dadgehê navber da danişînê.