Li Şengalê êriş bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin 2022-02-03 19:56:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê bi sedan kes bi meşekê êrişên hewayî yên Tirkiyeyê şermezar kirin û li dijî êrişan îşaret bi yekîtiyê kirin. Bertekên li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li Şengalê êrişa hewayî yê di 1'ê Sibatê de hat kirin bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Di meşa bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) de bi sedan êzidî û ereb êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin.    Meş bi Pêşengiya Meclisa xweseriya Demokartîk a Şengalê pêk hat. Di serî de gel li ber Seytereya Şehîd Selam a Asayîşa Êzdîxanê ya Xanesorê li hev kom bû û ber bi  Seytereya Mişterk ve meşiya ku barageha sereke ya foca 80 a Heşda Şabî bû û ji aliyê dewleta tirk ve hatibû bombebarankirin. Di meşê de ku pêkhateyên Ereb û xelkê herêmê beşdarbûn, bênavber dirûşmeyên wekî “Bimre îxanet, Bijî Berxwedana Şengalê, Bijî Berxwedana Mexmûr û Rojava” hatin berzkirin. Her wiha di meşê de pankartên  li ser, “Na ji Dagirkeriya Dewleta Tirk, Osmaniya nû re  li ser axa Iraqê re” û ‘Em fermanê jibîrnakin û  nahêlin bê ji bîrkirin” nivîsandî jî hatin hildan.   Piştî meş gihîşt Seytereya Mişterik, li cihê ku hatibû bombebarankirin daxuyanî hat dayîn.   Di daxuyaniyê de ewilî li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Hisên Hecî axivî û got: “Li ser navê gelê Şengalê û saziyên rêveberiya xweser bi pêkhaeteyên wê ve, em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê şermezar dikin. Ev êriş  li dijî hemû  pîvanên navneteweyî û navxweyî ne. Dewleta tirk bêyî ku hesab bide kesî serweriya xaka Iraqê bin pê dike û tu helwest ji aliyê Iraqê ve li hemberî van binpêkirinên li ser serweriya wê û civaka êzidî nîn in. Wekî ku em li xakek din dijîn, Iraq wiha nêzî me dibe. Em bang li NY’yê dikin. Ka halwesta we ya li hemberî êrişên li ser civaka êzidî ku rastî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hatiney”   Di dewama daxuyanyê de bang li raya giştî ya cîhanê jî hat kirin ku rê li ber êrişên dewleta tirk ên li ser Şengalê bigirin û wiha hat gotin: “Em dibînin ev senaryoyên 2014’an ne, hîna li ser civaka êzidî tên meşandin û dixwazin careke din keç û jinên êzidî bên revandin û gel ji axa xwe koçber bibe.”   Her wiha li ser navê Meclisa Ereban a Gundê Medîban Xideyir Saleh jî axivî. Saleh di serî de êrişên li ser Şengalê şermezar kirin û got: “Li ser tevahiya gelên herêmê ev êriş tên kirin, lê civaka êzidî ji her kesî zêdetir ev êş  jiyane. Em bang li Iraqê dikin pêşî li ber van êrişan bigire û êdî bêdeng nemîne.”   Endama Kordinesyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel jî axivî û got: “Em ê tu carî Şengalê bi dest dijmin ve beranedin. Çi qasî êriş dikin bila bikin em ê li ser şopa şehîdên xwe bin. Em ê axa Şengalê bi dest dijmin beranedin. Em civaka êzidî bi şehîdên xwe ve girêdayî ne. Em dest ji axa bernadin ku bi xwîna şehîd Merwa, Saed û Zerdeştan hatiye avdan. Îrada me ji gef û êrîşên wan bihêztir e. Eger em bibin yek û bi îradeya xwe li ber wan bisekin em ê biser bikevin.”   Meş, piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.