Sedema nekêfxweşiya amediyan: Pirsgirêka kurd e 2022-02-04 09:06:13 AMED - Di lêkolîna TUÎK'ê de Amed "bajarê herî nekêfxweş" ye. Welatiyan diyar kir ku sedema nekêfxweşbûna wan neçareserkirina meseleya kurdî û polîtîkayên şer in.  Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên xwe yên "Lêkolîna Kêfxweşiyê ya Jiyanê" aşkere kirin. Li gor daneyên vê lêkolînê Amed "bajarê herî nekêfxweş e." Di lêkolînê de ji sedî 24.75'ê bajêr diyar kiriye ku ji jiyana heyî ne razî ye. Piştî Amedê bajarên herî nekêfxweş ên di lêkolînê de bi dorê ev in; Dersim, Riha, Mêrdîn, Mûş, Bedlîs û Êlih.    Amediyan sedema nekêfxweşiya xwe anîn ziman.    MESELEYA KURDÎ Û ABORÎ   Cîhan Dogrû, destnîşan kir ku ew bi xwe jî ne kêfxweş e û sedema sereke ya nekêfxweşiya wî aborî ye û got: "Berê kêfxweş bûm. Her tişt baş bû. Lê niha tu nikarî dakevî kuçeyê. Sedema van tiştan krîza siyasî ye."    Dogrû, got: "Ew (partiyên siyasî yên dibin îqtidar) bixwazin em kêfxweş in, nexwazin em ne kêfxweş in. Gava pereyê te tune be tu nikarî derkevî derve. Li meclîsê dibêjin; meseleya kurdî tune ye. Bi xwe min dît û ez dizanim. Meseleya kurdî heye. Gava hûn ji sînorê Amedê dertên, hûn nijadperestiyê dibînin. Kes we naxwaze. Meseleya kurdî li her derî ye. Niha gava hûn biçin bajarekî din hûn nikarin bi kurdî biaxivin."    NIJADPERESTÎ   Mûhammed Çavdar jî bal kişand ser betalî û debarê û got: "Dewlet jî kêfa xwe dike. Qeyûm her tişt xwar."    Çavdar, destnîşan kir ku sedema zêdebûna rêjeya nekêfxweşiyê meseleya kurdî ye û got: "Dê tu carî nikaribin ehqê gelê kurd bidin. Bi çavekî din li kurdan mêze dikin. Bi nijadperestî nêzî Amedsporê dibin. Nahêlin biçin otêlê jî. Ji lew re ew kurd in. Nekêfxweş in. Ez li Antalyayê dixebitim. Lê ez nikarim li bajarê xwe bixebitim. Li vir hin mirov bi 2 hezar lîreyan dixebitin. Dewlet jî bi vê dizane. Neheqiyek mezin li me dikin. Gava em dibêjin em amedî ne, kar nadin me."    ŞER Û ZILM   Abdûlkadîr Erdogan jî destnîşan kir ku ji bo meseleyên Amedê tiştek nayê kirin û got: "Ger bikirana niha dê Amed ji Stenbol, Samsûn, Enqereyê biqîmetir bûna. Kî tiliya wxe di rûmeta Amedê rabike, em heqê xwe li wan helal nakin. Ji bo ev zilm ji holê rabe, divê şer biqede."    Namih Şanli jî destnîşan kir ku sedema zêdebûna rêjeya nekêfxweşiyê nebûna yekîtiya kurdan e û got: "Ger em bibin yek, em ê karibin bi awayekî aştiyane bi hev re bijîn."    Hasan Esen jî bilêv kir ku sedema nekêfxweşiya herêmê meseleyên aborî, siyasî û çandî ne û got: "Li herêmê mirov hem di warê aborî hem di warê siyasî û hem jî di warê çandî de nemane. Ji bo mirov kêfxweş bibin pêdivî bi wexteke dûr û dirêj heye. Ji lew re herêm bi her cure zilm û tahdeyê re rû bi rû maye. Li herêmê xizanî, bêedaletî, bêhiqûqîtî hema hûn bibêjin çi heye. Heya tahde û kedxwariya li ser kurdan bidome, kêfxweşî ne pêkan e."    MA / Ceylan Şahînlî - Mehmet Guleş