Ji bo cenazeyên keçên xwe çûn lê yên lawên xwe wergirtin! 2022-02-04 09:18:02 ŞIRNEX - Du dayik li Cizîrê hene, xwedî heman serpêhatî, xem û çarenûsê ne. Li cenazeyên keçên xwe yên di jêrzemînên Cizîrê de hatibûn qetilkirin digeriyan, lê rastî cenazeyên lawên xwe hatin. Her du dayik jî ji bo xwedî li têkoşîn û berxwedana zarokên xwe derkevin niha mil dane milê hev û tedikoşin û dixwazin xeyalên zarokên xwe yên nîvco mayî pêk bînin. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li gel ragihandina qedexeya derketina derve ketin û derketina navçeyê hat qedexekirin. Li gel vê xetên telefon, înternet û ceyranan jî hatin birîn. Li navçeyê ciwanên kurd tevî hemû êrişên dijwar jî ji bo rûmeta xwe tekoşiyan. Di qedexeya 79 rojan de 288 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li aliyê din di 7'ê Sibata 2016'an de 177 kesên ku di jêrzemînan de dorpeçkirî man, bi komî hatin qetilkirin. Di ser komkujiya li jêrzemînên Cizîrê de 6 sal derbas bûn, lê birînên malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan weke duh teze ne. Di 10'ê Sibatê de jêrzemîna sêyemîn hat bombebarankirin. Di jêrzemîna ku tê de birîndar hebûn, yek kes jê rizgar nebû. Ji van kesên hatin qetilkirin Hacer Arslan (19) a ku hêj cenazeyê wê nehatiye dîtin û Yasemîn Çikmaz (16) bûn. Cenazeyê Yasemîn Çikmaz di sibata 2021'an de radestî malbatê tê kirin.      DU DAYIK Û HEMAN SERPÊHATÎ   Çîrok û çarenûsa dayikên Arslan û Çikmaz ên di heman jêrzemînê de asê mane, her çiqas yek ji bin, bi vê jî sînordar namînin û her du dayik jî di berxwedanê de hevûdin dibînin. Dayika Hacer Arslan, Hiznê Arslan a ku 6 sal in li cenazeyê keça xwe digere, dema ku cenazeyê keça xwe digere rastî cenazeyê kurê xwe Saîd (22) tê.   Dayika Yasemîn Çikmaz, Esmer Çikmaz jî xwîna ku ji bo keça xwe dide nexweşxaneyê rastî cenazeyê kurê xwe Vahap tê.    Her du dayikên ku xwedî heman xem û çarenûsê ne piştî zarokên xwe dikevin nava xwebatên têkoşînê û bi hev re dest bi xebatan dikin. Her du dayikên ku niha mil dane milê hev têdikoşin, tenê armanca wan ew e ku xeyalên zarokên xwe yên nîvco mayî pêk bînin.   BIRA, KEÇ Û LAW DAN PEY HEV…    Hiznê Arslan piştî zarokên xwe dide têkoşîna azadiyê, di sala 2017'an de dikeve nava xebatên têkoşînê. Di heman salê de hevserokatiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Cizîrê dike. Dayik Arslan, niha jî di rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Cizîrê de cih digire. Hiznê Arslan, anî ziman ku tişta ku herî bi êş ew bû ku dema li cenazeyê keça xwe digeriya rastî cenazeyê lawê xwe hat û wiha qala wan rojan kir: "Navê Hacer jî di jêrzemîna ewil de derbas bû. Gotin sax e lê nebirîndare. Pişt re gotin jêrzemîn hatine şewitandin. Çawa wisa gotin min zanî ku şehîd ketiye. Pişt re me li Silopiya, Cizîrê û Mêrdînê xwîn da. Beriya jêrzemînên Cizîrê birayê min jî di qedexeyan de hatibû qetilkirin. Li gel cenazeyê Hacerê ez li cenazeyê birayê xwe jî digeriyam. Dû re me cenazeyê birayê min teşhîs kir û me anî veşart. Di ser veşartina birayê min de 20 roj derbas bûn vê carê jî telefon ji min re hat û gotin, 'Cenazeyê we eşkere bûye û li Rihayê ye, divê hûn biçin Rihayê'. Ez çûm Rihayê. Ez çawa ku çûm min darbest dît. Min got, 'Na ev darbest ne darbesta Hacerê ye. Lê xwişka min dizanibû ew darbest ne ya keça min e darbesta kurê min e. Min kir hawar… Min darbestê vekir û têde cenazeyek bêserî dît. Serê wî tunebû. Min kurê xwe bi diranê wî nas kir. Ew Seîdê min bû. Ev 6 sal di ser re derbas bûn, lê hê min jibîr nekiriye. Ew cenaze qet ji ber çavê min naçe. Heta ku ez hebim ez ê wê rojê jibîr nekim. Ez ê li ser zarokên xwe jî bikim wesiyet ku vê hovitiyê nedin jibîrkirin. Ez li cenazeyê keça xwe digeriyam lê ez rastî cenazeyê kurê xwe hatim."    'BERXWEDAN JIYAN E'   Arslan, da zanîn ku di her keliyekê jiyanê de bîranînên zarokên wê bi wê re ne û wiha domand: "Min ji kurê xwe Seîd pir zêde hez dikir. Hezkirina wî ya li hemberî vê dozê cuda bû. Dema ku min cenazeyê wî stendî, min got ez soz didim te ez ê vê doza te bilind bikim. Seîd her ji min re digot, 'Dayê berxwedan jiyan e'. Dema ku min şîna wan dikir ev gotin hat bîra min û ez rabûm ser piyên xwe. Ev gotin ne gotineke sivik û vala bû. Ji ber ku ez nebaş bûm min dest bi tedawiyê kir. Ez berê xwe didim û li kîjan kolanên Cizîrê digerim xwîna zarokên min li ber çavên min e. Di her kolan û kuçeyên Cizîrê de xwîna zarokên me hene. Pişt re min biryar da ku di nav xebatên partiyê de cih bigirim. Ji bo têkoşîna zarokên min li erdê nemîne, min dest bi xebatan kir. Min ev biryar bi serê xwe da. Têkoşîna min her berdewam dike.”    'MIN SOZ DAYE ZAROKÊN XWE'   Arslan, anî ziman ku ew soza ku wê daye zarokên xwe wê heta dawiyê bibe serî û got: "Çi dibe bila bibe ez ê dev ji vê tekoşînê bernedim. Tişta ku herî zêde li ber dilê dayika bi qîmete kezeb e. Min soz daye zarokên xwe tişta ku wan jê hez dikir ez ê jî berê xwe bidim wê derê. Heta ku emrê min heye ez ê dev ji doza wan bernedim. Ez ji keziyên Hacerê û ji bedena Seîdê xwe neçêtirim. Navê wan hêz û qewetê dide tekoşîna min."    LI CENAZEYÊ KEÇA XWE DIGERIYA LÊ YÊ KURÊ XWE DÎT!   Dayika Yasemîn Çikmaz, Esmer Çikmaz jî xwîna ku ji bo wergertina cenazeyê keça xwe dabû nexweşxaneyê, li ya lawê wê tê û derdikeve holê ku lawê wî jî jiyana xwe ji dest daye. Çikmaz, piştî ku her du zarokên wê jî tên qetilkirin ew jî soz dide ku di nav xebatan de cihê xwe digire û niha di rêveberiya HDP'a Cizîrê de bi awayeke çalak cihê xwe digire û dixebite.    Çikmaz, destnîşan kir ku ew ê tu caran bîranînê zarokên xwe nede jibîrkirin û wiha axivî: "Gotin têra tiştên ku hatine serê me nakin. Piştî ragihandina qedexeya derketina derve tu kes nema. Em jî ji neçariya xwe derketin û li hemberî jêrzemînan em bi cih bûn. Yasemîn li min geriya û got, 'Ez ê werim kincên xwe bistînim' Ez jî ber bi malê ve hatim. Piştre me hevdû wenda kir û li min geriya got, 'Ez pişt nadim hevalên xwe ez nayêm'. Di jêrzemînan de ma. Careke din jî li min geriya dixwest ku bê. Lê vê carê jî rê lê hatibûn girtin û nekarî bê. Di 3'yê Sibatê de avêtin ser jêrzemînê û di nûçeyan de hat gotin ku giranî birîndar e. Me xwest ku em biçin rizgar bikin. Lê nehiştin ku em biçin. Bêhna goştê zarokên me dihat me. Ne 6 sal weke ku hêj 6 roj di ser re derbas bûye. Ji bo ku cenazeyê keça xwe bibînim me serlêdan li her derê kir. Çend roj di ser re derbas bûn nû encamê xwînê derketin. Min cenazeyê keça xwe anî veşart. Ji bo Yasemînê me xwîn dabû û di 21'ê Adara 2016’an de ji Mêrdînê li bavê wê geriyan û gotin, 'We ji bo keçika xwe xwîn daye. Lê xwîna we û cenazeyeke din li hev hatiye, werin cenazeyê xwe bistînin'. Me ji bo Yasemînê xwîn dabû, lê kurê min derket. Kurê min li hawara wan hatibû lê negihiştibû wan.”    'EV DAR WÊ HER ŞAX BIDE'    Çikmaz diyar kir ew ê heta dawiya emrê xwe li ser bîr û baweriya zarokên xwe bimeşe û wiha got: "Min soz daye wan. Vê mîrasa ku wan ji me re hiştiye, em ê nîvco nehêlin. Ew riya heqîqetê û qencîyê bû. Em ê her tim şopdarê wê riyê bin. Wan ji min re kiribû wesiyet û gotibûn, 'Li ser me negirî. Mirineke bi rûmet ji ya koletî çêtire'. Bila min efû bikin. Dema ku ez behsa wan dikim ez digirîm. Ev 3 sal in ez di nav xebatan de cihê xwe digirim. Heta ku ez xwe li ser lingan bigirim ez ê li ser riya wan bimeşim. Qasî ku ji destê min tê ez li ser wan nagirîm. Çimkî ew ne kesên wisa bûn ku mirov li ser wan bigirî. Ew ê nikaribin vê darê ji kokê rakin. Ev dar wê dîsa şax bide. Tenê sûcê me kurdbûyîna me ye. Em bi kurdbûna xwe serbilind in. Bangawaziya me ji hemû dayikan re ew bila li hemberî vê zilmê xwe bêdeng nekin û xwedî li tekoşîna zarokên xwe derbikevin. Weke ku zarokên me dibêjin, bila mirineke bi şeref û  rûmet be, lê ne mirineke bi koletî be.”    MA / Zeynep Durgut