‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’ 2022-02-04 09:59:10 STENBOL – Turgay Denîz ku yek ji girtiyên nexweş bû, di 2’yê sibatê de jiyana xwe ji dest da. Birayê Denîz, Bawer Denîz diyar kir ku rêveberiya girtîgehê pê hesiya bû ku dê kekê wî jiyana xwe ji dest bide lewma ew berdan.  Girtiyê nexweş Turgay Denîz (39) ku li Girtîgeha Metrîsê di ma û nexweşiya tuberkulozê pê re hebû. Di demên dawî de nexweşiya wî lê giran bû û di 2’yê sibatê li Nexweşxaneya Yedîkuleyê jiyana xwe ji dest da. Denîz, ji navçeya Motkan a Bedlîsê ye û di sala 2018’an de hatibû girtin. Denîz 12 sal berê bi nexweşiya tuberkulozê ketibû.   ‘ROJ BI ROJ LI BER ÇAVÊN ME DIHELIYA’   Birayê Denîz, Bawer Denîz têkildarî mirina birayê xwe axivî. Denîz got ku ji ber mirina birayê wî, malbat gelek xemgîne û wiha domand: “Di nava mehekê de her roj diçûm nexweşxaneyê. Mehek beriya niha hatibû berdan. Roj bi roj li ber çavên me diheliya. Sê sal beriya niha hatibû girtin û salekî girtî ma. Wê demê rewşa wî ewqas giran nebû. Dikariya cilên xwe bişo, rabe û rûne. Salek piştre hat berdan. Lê di sibata 2021’an de dîsa hate girtin û şandin Girtîgeha Sîlîvriyê. 3 meh piştre veguhestin Girtîgeha Bandirmayê. Li ser daxwaza malbatê jî birin Girtîgeha Metrîsê. Tevî ku ev 12 sal in bi nexweşiya giran ketibû jî nehat berdan.”   AGAHÎ NEDIDAN MALBATÊ   Denîz da zanîn ku di 5 mehên dawî de birayê wî li ser telefonê digot ‘Nexweşim û êdî nikarim bêm bi telefonê biaxivim. Min bi kursiya biteker tînin. Çi wateya sirgûna girtîgeha Bandirmayê nebû.’ Denîz anî ziman ku bi giranbûna nexweşiyê re parêzeran serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) dan û ev agahî dan: “ATK’ê di rapora xwe de got ku dikare li girtîgehê bimîne. Xortimek bi zikê wî ve hebû û her kesî rewşa wî didît. 10 roja anîbûn nexweşxaneyê lê haya me jê nebû. Tevî ku em li girtîgeh û nexweşxaneyê geriyan jî lê bi hinceta ‘qedexe ye’ agahî nedan me.”    ‘GIRTÎGEHÊ DIZANÎ KU DÊ BIMRE’   Di berdewamê de Denîz destnîşan kir ku ji birayê xwe bêhêvî mane û wiha dom kir: “Em neçar man ku li parlamenterên HDP’ê bigerin. Li ser hewldana parlamenteran, rêveberiya girtîgehê li me geriya û got; ‘me birayê we berda ye û niha li nexweşxaneyê ye.’ Piştre jî Nexweşxaneya Yedîkuleyê li me geriya û got; ‘Me Turgay emeliyat kir û li odeya venihêrîna awarte dimîne. Xetereya mirinê heye.’ Rêveberiya girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimire, lewma jî ew berdan. Heke bizaniyan dê nemire, ne berdidan.”    ‘BI ZANEBÛN MIN DIŞÎNIN MIRINÊ’   Herî dawî jî Denîz ev tişt anî ziman: “Heke zû bihata berdan, dê li derve baştir bihata dermankirin. Me dikariya li malê hemû hewcehiyên wî pêk bianîna. Dema li Girtîgeha Bandirmayê bi telefonê li gel dayika min diaxivî, ji dayika min re got’ min, bi zanebûn dişînin mirinê.’ Nedikariya li girtîgehê bijî. Hewceye girtiyên nexweş di zûtirin dem de bên berdan. Mirov dixwaze rojên xwe yên dawî bi malbata xwe re derbas bike. Di kêliyên dawî de me nedît, em pê re neaxivîn û em ne li cem wî bûn. Li welatên din, nirx didin jiyana mirovan lê mixabin li vî welatî wisa nîne.”