Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan 2022-02-04 11:57:35   AMED – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê bi sedema ‘xetere li ser jiyana me heye’, dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Hat zanîn ku hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan.    Girtiyê bi navê Vedat Erkmen li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Erkmen, girtiyên bi navên Mehmet Suleyman Ucakan, Turhan Îlbaş, Huseyîn Karadaş, Habîb Guler û Ahmet Arîf Yoyler di 17’ê çileyê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê berdewam e û hat zanîn ku Şahabattîn Ogut û girtiyeke din ku navê wî nehat zanîn jî beşdarî çalakiyê bûne. Bi vê yekê re hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8’an. Daxwaza girtiyan ew e ku êdî dawiyek li binpêkirin û sepanên keyfî bê.    Têkildarî mijarê ji girtiyan Mehmet Suleyman Ucakan li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û ev agahî dan: “Daxwazên me bi cih nayînin. Hewcehiya me bi xwê, şekir û lîmonê heye lê nadin me. Her carê ji wan yekî kêm didin. Her wiha bi ser qawîşên me de girtin. Sepana lêgerîna tazî jî hêj berdewam e û dest danîn ser alav û amûrên me.”