Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan 2022-02-04 12:33:21 DÎLOK – Girtiyê bi navê Vedat Aydin Altug tevî biryara Dadgeriya Înfazê jî nayê berdan.  Polîsan di 16’ê îlona 2021’an de li Taxa Guzelyurt a navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê bi ser mala Vedat Aydin Altug (28) de girt û Altug binçav kirin. Altug bêyî ku haya parêzerê wî jê hebe hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê. Niha jî dadgeriyê biryara berdana Altug daye lê nayê berdan.    Di sala 2014’an de derheqê Altug de bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ doz hatibûn vekirin û salek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Lê ji bo Altug sepana tevdîrên berdana bikontrol nexistin meriyetê û Altug hat girtin. Parêzera Altug, Bêrîvan Ozpolat Şîmşek ji ber girtina muwekîlê xwe serlêdana îtîrazê li 2’yemîn Dadgeriya Înfazê ya Dîlokê kir. Dadgehê, îtîraza Şîmşek û mutalaaya nivîskî ya dozgerê komarê bi hev re nirxand. Dadgehê da zanîn ku Altug bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ hatiye cezakirin û ev yek nikare wek tawana ‘endamtiya rêxistinê’ bê nirxandin. Dadgeriyê heq da îtîraza parêzera Altug û xwest ku Tugluk bê berdan.    Bi ser biryara dadgehê re 10 roj derbas bûn lê Altug hêj jî nehatiye berdan. Hat zanîn ku Lijneya Rêveberiya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgehê bi hinceta ‘reftara qenc’, biryar daye ku Altug 3 meh piştre bê berdan.    ‘KURÊ MIN DÎL GIRTIYE’   Bavê Altug, Tahir Altug bertek nîşanî vê sepanê da û wiha got: “Kurê min bi dilê wan tevnegariya û derbasî ‘qawîşa bêalî’ nebû. Lewma ev yek bi serê kurê min anîn. Gerînendeyê girtîgehê kurê min dîl girtiye. Ji kurê min re gotiye; ‘Ez ê te di meha nîsanê de berdim.’ Dadgehê biryara berdanê da ye lê bernadin.”