Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in 2022-02-04 14:03:27   ENQERE - Endamê MYK’a berê yê HDP’ê Bulent Parmaksiz ku di Doza Kobanê de parastin kir wiha got: “Di eslê netew dewletan de qirêjî heye. Tehamula wan bi cudatiyan nîne, girtîne, bisînor in.”   Li Enqerê, 9’emîn danişîna Doza Kobanê di roja 4’emîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hatiye vekirin, berdewam dike. Parlementerên HDP’ê Mûazzez Orhan û Omer Ocalan, endamên MYK’ê, endamên Rêxistina HDP’a Enqereyê û rêveberên wê û gelek parêzer tevlî bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin li eywanê hatin amade kirin, siyasetmedarên ku di girtîgehên cuda de tên ragirtin jî bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Hinek siyasetmedar jî mazeret nişandan û tevlî danişînê nebûn. Danişîn piştî tespîta nasnameyan bi parastina endamê MYK’a berê yê HDP’ê Bulent Parmaksiz ya têkildarî esasê de berdewam kir.    TIRKPERESTÎ JI EWROPA   Parmaksiz, di parastina xwe de qala “Netewperestiya tirk” kir û wiha got: “Macaran dest bi xebatên turkolojiyê kirin, îngîlîzan jî ew araste kirin. Têgeha turan cara ewil macaran bikaranî. Tirkperestî û netewperestî ji Ewropayê hat. Kesên xebatên Tirkperestiyê ewil dan destpêkirin jî hêzên derve ne ji ber ku kapîtalîzm ji Ewropayê derket. Heke ji Osmaniyê derketibûya wê ev xebat ji wir destpêkiribûna.”   Parmaksiz, da zanîn ku rêbaza netewperestiyê ji Ewropayê ber bi Balkanan ve belav bûye û wiha berdewam kir: “Piştî gelên Balkanan serî rakirin, bandora netewperestiyê jî mezin dibe. Ew serhildanên netewperestiyê, bandorê li efserên Îttîhat Terakiyê dikin. Hişmendiya netew dewlet û netewperestiyê berhemên kapîtalîzmê ne. Ji ber vê yekê ji derve ji me re hatin.”   'TEHAMULA WAN NÎNE'   Parmaksiz, destnîşan kir ku cîhaneke netewperestî lê heyî nevên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di eslê netew dewletan de qirêjî heye. Amerîkayiyan, Ingilîzan komkujî nekirin, kirin. Tirkan jî kirin ji ber ku ev di esasê hişmendiya dewletê de heye. Tehamula wan bi cudatiyan nîne, girtîne, bisînor in. Em li dîroka xwe xwedî derdikevin. Lê divê em sosyalîst vê derbas bikin.”   Piştî navberê wê danişîn bidome.