Malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin: Bila girtî nemirin 2022-02-04 14:42:24   STENBOL - Malbatên girtiyan ên li pêş ATK'ê di êrişa polîsan de hatin binçavkirin, xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan û vê bangê kirin: "Bila girtî nemirin."    Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ), duh bi dirûşmeya "Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî" li pêş Saziya Tiba Edlî ya li Yenîbosnaya Stenbolê çalakiyek li dar xistibû. Polîsan êrişî çalakiyê kiribû û 17 kes binçav kiribûn û birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. Burcugul Çûbûk a di nav kesên hatin binçavkirin de bû ji ber testa wê  ya koronayê pozîtîf derket hat berdan. 16 kesên bi îdiaya "Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan kirine" îfadeyên wan li miduriyeta polîsan hatin girtin, sewqî Edliyeya Bakirkoyê hatin kirin. 16 kesên piştî îfade wergirtina dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    ÊRIŞ ŞERMEZAR KIRIN   Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ferhat Encu, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî ku bi armanca êrişa polîsan şermezar bikin li pêş edliyeyê hatin gelhev, li vir daxuyanî dan. Xizma girtiyên nexweş û Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Kumrî Akgul ewilî axivî û wiha got: "Em ne dewlemendiyê zarokên xwe dixwazin. Kurd, tirk, çerkez, elewî û ereb qet ferq nakin. Dayik dayik in."   POLÎTÎKAYA DEWLETÊ    Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr jî diyar kir ku bi mehane balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, girtî terkî mirinê hatine kirin û ev polîtîkayeke dewletê ya taybet e. Demîr, da zanîn ku ev rewş rêbazeke cezayî ye û wiha got: "Ji wan daxwaza me ya minetê nîne. Em dixwazin ku qanûnên exlakî, etîk û tibbî pêk bînin. Em li hemberî pêkanînên li dijî mirovahiyê bin. Malbat naxwazin cenazeyên zarokên wan radestî wan bên kirin. Ji ber vê yekê em ê berdewamî teşhîrkirina helwesta ATK'ê bikin."   'MALÊN MIRINÊ' YÊN AKP'Ê Û MHP'Ê   Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu jî wiha axivî: "Girtîgeh vegerîne malên mirinê. Her roj girtiyekî nexweş jiyana xwe ji dest dide. Ji ber mirin çênebin û zarok bên dermankirin dayik qêrînên xwe bilind dikin. Lê mixabin hişmendiya AKP'ê û MHP'ê ku vî welatî bi rê ve dibe ji vî dengê wijdanî re bêdeng dimîne. Ev hişmendî bi tecrîdkirinê hewl dide hem dengê derve bi tepisîne hem jî vîna hundir teslîm bigire."   BANG KIR                Serokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, da zanîn ku desthilat hewl dide civakê bênasname bihêlin û wiha got: "Mafê jiyanê jî nas nakin. Dikevin pêş mafê jiyanê yên girtiyên nexweş. Ji ber vê yekê ez bang li hêzên bi rêxistin, sosyalîst, demokrat û têkoşîna mafên mirovan didin dikim; ji bo mafê jiyanê û li dijî tecrîdê em li rex kesên li ber xwe didin bibin."