Li Girtîgeha Bunyanê îşkence: Rewşa girtiyekî giran e 2022-02-04 16:25:09 MÊRSÎN - Girtiyên li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ji parêzeran diyar kirin ku girtî Fethullah Hazar ji ber îşkenceya lê hatiye kirin ranê wî şeq bûye, girtî Veysel Zengîn jî ji ber derbê li serê wî ketine laşê wî dilerize.    Parêzerên endamên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER), Komeleya Mafê Mirovan (OHD) a Şaxa Mêrsînê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Mêrsînê îro çûn serdana girtiyên li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T’yê.    Parêzerên ku bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn diyar kirin ku jimartina li ser piyan li girtiyan tê ferzkirin, girtiyên qebûl nakin gefa kuştinê li wan tê xwarin û li hin girtiyan hatiye xistin.    REWŞA GIRTIYEKÎ GIRAN E    Parêzerên li gel Şaban Kaygusuz ê ji sedî 90 astengdar e, destek û lingekî wî nîne û 6 meh berê ji Girtîgeha Amedê sewqî Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T’yê hatiye kirin hevdîtin kirin. Parêzeran tiştê ku Kaygusuz ji wan re qal kiriye, wiha vegotin: “Girtî jimartina li ser piyan qebûl nakin. Deh girtî li qawişê hene. Girtiyan bi darê zorê radikin ser piyan. Di mehek dawî de her roj êrişî girtiyan dikin û êrişek ku wan tîne asta kuştinê. Wî da zanîn ku îro danê sibê saet di 09:00’an de êrişek pêk hatiye. Girtiyê bi navê Veysel Zengîn ji serê xwe derban xwariye û ji ber vê laşê wî dilerize. Her wiha diyar kir ku Zengîn vedireşiye, rewşa wî gelekî giran û lezgîn e û sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin. Da zanîn ku di dema êrîşan de gefên 'em dewlet in', 'ev der Kayserî ye, naşibe cihek din’, ‘em ê we li vir bikujin' hatin xwarin û ji gardiyanan jî ji wan xwestiye ku dirûşma ‘Xwezî bi kesê ku dibêje ez tirk im’ berz bikin.”    BANG LI PARLAMENTERAN KIRIN    Parêzeran diyar kirin ku girtiyên din ên ku bi wan re hevdîtin kirine jî heman tişt gazin û gilî parve kirine û wiha got: “Di T-1 de du ode hene. Li ser girtiyan di her du odeyan de jî jimartina li ser piya tê ferzkirin. Ji bo ku jimartina li ser piyan qebûl nekin, rojê du caran cezayên dîsîplînê tê dayîn. Heta niha zêdetirî 50 cezayên dîsîplînê hatine dayîn. Her wiha diyar kirin ku gardiyanan bi hemû hêza xwe hewl dane ku di jimartinê de provokasyonan derdixin, gardiyanan di jimartinê de heqaret li girtiyan kirine, pêl li girtiyan kirine, destên wan hatine xwarkirin, serlêdanên ku ji wezaretê re nivîsandine jî nehatine kirin. Girtî daxwaz dikin mijar were rojevê, were rojeva Meclisê û heyeteke ji parlamenteran pêk tê bi wezaret û rêveberiyê re hevdîtinê bike.”    ROVIYÊN WÎ LI DERVE NE    Parêzeran diyar kirin ku herî zêde êriş li ber kamerayan pêk hatine û hin agahî hene ku heta midûrê girtîgehê jî êrişî girtiyan kiriye û wiha gotin: “Girtiyan diyar kir ku di ranê girtî Fetullah Hazar de fitiq heye. Ji ber ku îşkence li Hazar hatiye kirin, ranê wî şeq bûye. Her wiha dan zanîn ku roviyên Hazar li derve ne.”    Parêzeran hewl da bi îdareya girtîgehê re jî hevdîtin pêk bîne lê tevî hemû hewldanan jî îdare bi wan re hevdîtin nekiriye û di vê navberê de gardiyan li hemberî wan tevgerên bêhrumet nîşan dane.    Derbarê van îdiayên de em li îdareya girtîgehê geriyan lê belê bersiva telefona me nedan.