Girtîgehê ava girtiyan kêm kir 2022-02-04 16:27:29   ENQERE - Ji girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Îzmîrê Remzî Uçucu da zanîn ku tevî şert û mercên pandemiyê jî, rêveberiya girtîgehê ava wan kêm kiriye. Uçucu her wiha got ku qedexeya li ser danîna peywendiyan û cezayên disiplînê jî berdewam in.    Girtiyê bi navê Remzî Uçucu ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Îzmîrê dimîne, têkildarî binpêkirinên li girtîgehê raporek amade kir û ji parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu re şand. Di raporê de binpêkirinên di meha kanûnan 2021’an de hatine vegotin.    WÊNEYÊ ERDOGAN   Di raporê de hat Uçucu dibêje ku rêveberiya girtîgehê rojên hevdîtinê yên malbatên li heman taxê rûdinin xistine rojên cuda. Uçucu da zanîn ku girtiyan bi daxwaza mafên xwe, çalakiya rûniştinê kirine û dirûşm berz kirine. Li ser vê yekê, rêveberiya girtîgehê cezayê hucreyê yê rojekê li Bekir Şîmşek, Haci Demîr, Riza Ozçolak, Servet Goçmen, Şerîf Turunç û Guven Usta biriye. Uçucu diyar kir ku Lijneya Disiplînê ya Girtîgehê li heman girtiyan ji bo 2 mehan cezayê “qedexeya hevdîtinê” jî birî ye û li girtî Guven Usta jî 11 roj cezayê hucreyê hatiye birîn.    Çend binpêkirinên din ên di raporê de hatine destnîşankirin wiha ne:  * Ev bû 8 meh ku rêveberiya girtîgehê dest datîne ser fotokopiyên girtiyan. Her çend ku girtiyan îtîrazên xwe ji Dadgeha Cezayên Giran û Dadgeriya Înfazê re şandibin jî lê belê ev îtîraz tên redkirin.    * Girtî Bekîr Şîmşek karîkatûrek şandibû lê bi hinceta ku wêneyê Serokomarê AKP’î Erdogan tê de heye, nehiştin ev karîkatûr bê şandin.   * Wezareta Dadê bi giştînameyekê ragihandibû ku her girtiyek di nava hefteyê de dikare bi 10 girtiyan re heta 10 saetan sihbetê bike. Lê pandemî wek hincet hat nîşandan û ev mafê tê binpêkirin. Li hêla din qursên Qur’anê û çalakiyên weke hobî bi me didin kirin jî didomin.   * Rêveberiya girtîgehê cil û bergên bikapuşon, dermanên zêde, cîhazê akordê û alavên muzîkê qedexe kirine. Bi hinceta ‘rê li ber berxwedanê vedike’, rêveberiya girtîgehê selobant, korderzî û filketanan nadin me. Ji bo alavên kar û barên dest jî sînorek hatiye danîn. Nahêlin em van alavan ji derve bînin.   * Di şert û mercên pandemiyê de ava me jî kêm kirine. Girtîgehê biryar da ku êdî di nava rojekê de ji her girtiyekî re 200 lîtreyên ava sar û her 3 rojan carekî jî 150 lîtreyên ava germ bên dayîn. Di şert û mercên pandemiyê de ev av bi têrî me nake.