Rojnamevanê ku hatibû binçavkirin hat berdan 2022-02-04 16:36:57   SEMSÛR - Rojnamevan Haci Bogatekîn ku li ser giliyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatibû binçavkirin, piştî îfadeya wî hat wergirtin, hat berdan.    Xebatkarê Rojnameya Firat a Gergerê Haci Bogatekîn ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Buyukçekmeceya Stenbolê daye destpêkirin de hatibû binçavkirin, hat berdan. Piştî lêpirsînê 3’yemîn Dadgeha Cezayê ya Sûlhê ya Buyukçekmeceyê derbarê Bogatekîn de biryara binçavkirinê derxist. Ji ber Bogatekîn li navçeya Gerger a Semsûrê dijî biryara binçavkirinê sewqî Serdozgeriya Komarê ya Gergerê hat kirin. Hat hînbûn ku Bogatekîn ê serê sibê ji aliyê cendermeyan ve hat binçavkirin, ji ber parvekirinên xwe yên medya dîjîtal hatiye binçavkirin.    Hat hînbûn ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû, derbarê Bogatekîn de ji ber parvekirina wî ya “Di ÎBB’ê de ji kurdan re cih nîne” giliyê wî kiriye. Bogatekîn, ê ji ber sûcê “Sorkirin û tahrîkkirina gel” ji aliyê cendermeyan ve îfadeya wî hat wergirtin, sewqî Edliyeya Semsûrê hat kirin. Bogatekîn ê li dozgeriyê îfadeya wî hat girtin, hat berdan.